Yekîtiya Star komkujiya li bajarê Helebê ji aliyê rejîma Suriyeyê ve hatiye pêkanîn û di encamê de 20 kurdan û erebekê jiyana xwe ji dest da, şermezar kir. Yekîtiyê diyar kir ku ew ê heta dawiyê gel biparêzin û bang li hemû keç û xortên kurd kir ku di nava komîteyên parastinê de cihê xwe bigirin.
Yekîtiya Star derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev zêdetirî salek û nîv e li Suriyeyê şerekî qirêj û ji exlaq dûr berdewam dike. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku israra rejîmê ya di rêbazên şiddetê de rê li ber komkujiyên sivîlan vekiriye û herî dawiyê jî navnîşana van komkujiyan bûye Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê.
'EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN'
Di berdewama daxuyaniyê de komkujî hate neletkirin û hate destnîşankirin ku Yekîtiya Star dê bi hemû hêza xwe li dijî van komkujiya bisekine û heta dawiyê gel biparêze. Di dirêjahiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em hem xwedî hêza îdeolojîk û rêxistinî ne, hem jî ya parastinê ne. Ji bo ku ev komkujî neyên dubarekirin, divê hemû gelê me yê Rojava, di serî de jin, hemû gelê me bi rihê şoreşa Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe bide diyarkirin."
'POLÎTÎKA JI HEMAN NAVENDÊ TÊN MEŞANDIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelê kurd ê li Helebê li hemberî êrîşan sekneke bi rûmet nîşan daye û koç ne kiriye û wiha hat gotin: "Em vê helwestê pîroz dibînin û lazim e hemû gelê me di nava piştgiriyê de be." Di daxuyaniyê de li ser komkujiya li nêzî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li qeraxa deryaya Egeyê di encama binavbûna keştiya penaberan ku piraniya wan kurd bûn û di encamê de 61 kesî jiyana xwe ji dest dabû jî hate rawestîn. Bal hat kişandin ku polîtîkayên koçberkirinê û komkujiyê heman polîtîka ne û ji heman navendê tên meşandin.
BANGA TEVLÎBÛNA KOMÎTEYÊN PARASTINÊ
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo rê li pêşiya van polîtikîyên qirêj bê girtin, lazim e gel hemû derfetên xwe bixe xizmeta şoreşa azadiyê û li hemû nirxên xwe yên netewî û dîrokî derkeve û biparêze. Di daxuyaniya ku ji dayîkan hate xwestin wekî her carê rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin de, ev bang li ciwanan hate kirin: "Em bang li hemû keç û xortên kurd dikin ku di nava komîteyên parastinê de cih bigirin û gelê xwe biparêzin. Dîsa bila tu xortên kurd nebin hevkarên van polîtîkayên qirêj."