Yekîtiya Jinên Ermen hat ragihandin

Di Konferansa Yekemîn a Meclîsa Civakî ya Ermen ku hat pêkanîn de, Yekîtiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.

Li bajarê Hesekê Konferansa 1’emîn a Jinên Ermen a Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe ji nû ve zindî dikin”, hat lidarxistin. Zêdetirê 150 nûnerên rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li konferansê bûn.

Di konferansê de sînevîzyonek li ser xebatên jinên Ermen ên sala çûyî hat nîşandan û gelek axaftin hatin kirin. Her wiha reşnivîsa rêziknameya yekitiyê li ber dezgehên çapemeniyê girtî hat xwendin.

Di encamnameya dawîn a konferansê de, damezirandina Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin û Anahîd Qesebyan wek seroka yekitiyê hat hilbijartin.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Di 30’ê Tebaxa 2022`yan de piştî ked û xebatên mezin ên ji bo tevlêkirina jinên Ermen ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yekkirina wan, konferansa me, Konferansa Yekitiya Jinên Ermen hat lidarxistin. Ew jî ji ber ku em bi wê yekê bawer dikin ku divê malbata Ermen piştî salên dirêj ji reva ji qirkirina Osmaniyan a li dijî gelê me û gelên herêmê ji nû ve xwe kom bike û bibe yek. Her wiha ku em civakeke demokratîk û azad ava bikin ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhjilatê Sûriyeyê bi aramî bijîn û jinên Ermen di avakirina vê civakê de dûrî hişmendiya desthilatdariyê, cihê xwe bigirin.”

Piştre mekanîzmeya karê yekitiyê ev biryar hatin dayîn:

*Meşandina têkoşînê li hember sîstema faşîzm, dagirkerî û emperyalîzmê.

*Bingeha rêxistinî, berxwedana ji bo pêkanîna azadiya jinan e. Ev bingeha ku divê karê xwe li ser bingeha parastina xwezayî û siyasî pêk bîne.

Di encamnameyê de bang li NY, civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku komkujiyên Osmanî yên li dijî gelê Ermen û qirkirina wan wek sûcên şer nas bikin û gunehkarên wan komkujiyan ceza bikin.

Her wiha di encamnameyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û Osmaniyên nû yên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin û bang li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li hember çeteyên Osmaniyên nû bibin yek û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina wan komkujiyan hat kirin.

Di dawiya konferansê de Anahîd Qesebyan wek seroka Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cihgira wê, serok û cihgirên yekitiyê yên Kantona Hesekê û Qamişlo û bajarên Reqa û Dêrazorê hatin hilbijartin.