Yekemîn astronota jin a DYA’yî ya ku di dîrokê de weke yekemîn jina lêkolînên fezayî kir tê zanîn, jiyana xwe ji dest da.
Sally Ride, di sala 1983’ê de ku hîna 32 salî bû bi Challengerê çûbû fezayê duh ji ber pençeşêra pankerasê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya ji aliyê Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokê DYA’yê Barack Obama Ride weke “Lehenga Neteweyî” bi nav kiriye.
Rêveberê NASA’yê Charles Bolden di daxuyaniya li ser malpera înternetê weşan de got; “Sally Ride bi pisporî û dilpakiya xwe gelek astengiyan derbas kir.”
Ride ya 61 salî, xebatên xwe di enstîtuyek ku wê bi xwe avakiribû de dixebitî.