Yekem car jinek bû seroka Yekitiya Efrîkayê

Yekem car jinek bû seroka Yekitiya Efrîkayê

Jina bi navê Nkosazana Dlamini-Zuma ya ji Efrîkaya Başûr bû Seroka Yekîtiya Efrîkayê. Hevsera berê ya Serokkomarê berê Jacob Zuma, Dlamini-Zuma bû yekem jina ji bo vê peywirê hat hilbijartin.

Nkosazana Dlamini-Zuma, di hilbijartina di civîna bilind a li Etîyopyayê pêk hat de, Gabonlu Jean Ping ê ku ji sala 2008 ve serokê Yekitiya Efrîka ya ji 54 welat pêk tê bû, li pişt xwe hişt û bû seroka yekitiyê.

Piştî hilbijartina di meha çile de pêk hat, yek ji her du namzedan nekarîbûn ji sêyan ye duyê dengan werbigirin û ji ber vê jî Ping peywira xwe berdewam kiribû.

Lê vê carê deng bi rêya zimanên li ser welatan serdest pêk hat. Welatên bi Înglîzî dipeyîvin degên xwe dan Dlamini-Zuma û yên bi Frensî dipeyvin jî dan Ping.

Dlamini-Zuma ya ku niha Wezîra Navxweyî ya Efrîkaya Başûr e, ji 54 welatan, dengê 35 welatan wergirt û bû yekemîn.

Dlamini-Zuma ya 63 salî demek dirêj e di nava siyasetê de ye. Beriya niha jî bibû wezîra tenduristî û derve ya welatê xwe.

Welatê Dlamini-Zuma ango Efrîkaya Başûr di warê aboriyê de mezintirîn welatê Efrîkayê ye. Di civîna bilind a li navenda Yekitiyê ya li Addis Ababa pêk hat de rêyên xurtkirina bazirganiya di navbera welatan de hate gotûbêjkirin.

Her wiha, rêberên Efrîkayî bêaramiya li Maliyê, tundiya li Komara Demokratîka Kongoyê û aloziya li Sûdan û Sûdana Başûr jî gotûbêj dikin