HDP'ê biryar da ku li cihên dikarin werin hilbijartinê nîvê namzetan jin be û li gorî pîvana "beyana jinê esas e" wê namzetiya mêrên bi "şîdet, destdirêjî û tecawizê" tên sûcdarkirin, red bike.
Ji bo serlêdana bernamzetiya ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qediya. Li gorî agahiyên ji HDP'ê hatin wergirtin, nêzî hezar 500 kesî ji bo namzetiya parlamenteriyê serlêdana bernamzetiyê kirine. Ji van sedî 30 jê jin in.
Li HDP a ku sîstema hevserokatiyê li hemû rêxistinên xwe dimeşîne, ji bo di pêvajoya hilbijartinan de temsîliyeta jinê biparêze, tedbîr girt.
HDP'ê bi rêya Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinê ya Navendî, ji bo jin di mercên wekhev de tevlî pêvajoya hilbijartinê bibin, hin pîvan diyar kir.
4 PÎVANÊN GIRÎNG
Ev pîvan bi vî rengî ne:
"Li gorî feraseta temsîliyeta wekhev, nîvê namzetên 550 parlamenteran, jin be.
Nîvê namzetên li cihê dikarin bên hilbijartin, jin be.
Namzetiya bernamzetên mêr ên xwedî gelek hevseran, bê redkirin.
Di îdîaya şîdet, destdirêjî û tecawizê de beyana jinê esas bê girtin û bernamzetên mêr ên bi van sûcan tên tewanbarkirin, bernamzetiya wan bê rekirin."
Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinan a Navendî biryar da ku pîvanên mijara gotinê ne tenê di komîsyonên jinan de, di komîsyonên jin û mêran de jî esas bê girtin.
Komîsyon, tevî diyarkirina namzetan wê xebatên giştî yên hilbijartinê bi nêrîna jinê birêxistin bike.