Yazici bi skandala dadgeriyê li girtîgehê hate kuştin

Têkildarî girtiyê nexweş Bişar Yazici ku meha Tîrmehê li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da, piştî bi mehan ji Dadgeha Bilind teblîgat hat. Parêzeran Dadgeha Îstînafê ji mirina Yazici berpirsyar nîşan dan.

Girtiyê nexweş Bişar Yazici ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê bû, di 52 saliya xwe de ji ber nexweşiya kezebê di meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Skandala dadgeriyê ya ku bû sedema mirina Yazici sîstema hiqûqê ya li Tirkiyeyê careke din raxist pêş çavan.

Nexweşê kezebê Bişar Yazici ku li navçeya Qelqelî ya Wanê dima, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Wanê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' bi şeş sal û sê mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Yazici li hemberî cezayê girtîgehê serî li îstinafê da. Daîreya Ceza ya 2'yemîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Wan biryara dadgeha herêmê nirxand û pejirand. Piştre jî bêyî ku ji Bişar Yazici re bê ragihandin di encama lêkolîna îstînafê de biryar misoger kir. Tevî ku Bişar Yazici bi nexweşiya kanserê bû ew şand girtîgehê.

Parêzerên Yazici ji ber ku karê misogerkirina biryarê bi rengekî ne di cih de hate kirin, daxwaznameyên îtirazê şand, lê belê tevî vê yekê jî hemû daxwazên têkildarî Bişar Yazici hatin redkirin. Bişar Yazici ji ber nexweşiya kanserê di 8'ê Tîrmeha 2023'an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind ku dema Yazici sax bû hemû serlêdan red kir, piştî sê mehan di ser mirina Yazici re ji dadgeha edlî ya herêmî xwest ku ji Yazici re teblîgatê bike ku daxwaza xwe ya temyîzê heye yan na. Dadgeha edlî ya herêmî jî di bersiva xwe de diyar kir ku Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da, lewma êdî teblîgat nikare bê kirin.

Parêzeran bal kişandin ser skandala ku bû sedema mirina Yazici û got, "Li gel biryara Dadgeha Bilind jî nayê nirxandin û mirov ji aliyê saziyên înfazkirina ceza ve ji mirinê re têne hiştin."