Xozad: Li Îmraliyê pêvajoyek xeter a îmhayê heye

Xozad: Li Îmraliyê pêvajoyek xeter a îmhayê heye

Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Xozad, diyar kir ku li Îmraliyê rewşek ji tecrîdê jî derbasbûyî diqewime û ev yek jî xeteriyên mezin nîşan didin. Xozad, şerê li Kurdistanê û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser siyaseta legal a kurd nirxand. Xozad got ku girtina 8 hezar kadroyên partiyek tê wateya girtina wê partiyê, ji ber wê, rakirina destnedana parlamenteran tenê şeklî ye.

Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Xozad ANF’ê re axivî û got; “Divê pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd tenê wekî tecrîdek neyê dîtin û nirxandin. Îşkenceya bênavber a li ser Rêbertiyê ji tecrîdê girantir e. Rastî ev e: Rêbertiya me ji aliyê dewleta AKP’ê ve di îmhayê de ye. Ez wisa difikirim ku armanca AKP’ê îmhakirina Rêbertiya me ye. Di rewşa heyî de divê em pêvajoyê wekî tecrîdê nebînin. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê, li gor rastiya pêvajoyê nîn in û nabin bersiv. Pêvoja 14 mehên dawî îsbat kir ku plana AKP’ê, planeke pir bi xetere ya îmhayê ye. Ger ji niha û pê ve bi aqil, mantiq û wijdan tevbigerin dê ev rewşa bi xeter bi dawî bibe. Yan na di rewşa heyî de ya diyar e ev e: Planek îhmahê ya bi xeter di pratîkê de ye. ”

KES NIZANE LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME

Xozad diyar kir ku rewşa Rêbertiyê 14 meh in nayê zanîn û hemû kes vê yekê baş dizanin û da zanîn ku tendirustiya Rêbertiyê baş nîn e. Xozad, bi bîr xist ku mercên Îmraliyê kesên sax nexweş dikin û ev 13 sal in ku roj bi roj tendirustiya Rêbertiyê nebaştir dibe. Xozad diyar kir ku tevî van rastiyan jî Rêbertî li Girava Îmraliyê tê girtin, hevdîtina wî tê qedexekirin, parêzerên wî tên girtin û da zanîn ku ev yek pratîzekirina plana îmhayê ye.

Xozad bi bîr xist ku ev çend sal e ku Rêberê Gelê Kurd gelek caran bal kişandibû ser mercên Îmraliyê û pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê û wiha got: “Bi dehan caran ji raya giştî re hat ragihandin û tevgera me jî li ser vê mijarê gelek daxuyaniyan da, deklerasyon û bertek ketin rojevê. Di 2006’an de dema bûyera jehrdayînê derket holê, înfialek mezin çêbû. Gelê kurd, li hemberî polîtîkayên îmhayê yên dewleta AKP’ê bertekên mezin nîşan dan. Tevî vê li Îmraliyê tiştek neguherî. Tevî vê her çû tecrîd zêdetir û girantir bû. Hevdîtina Rêbertiya me ya bi parêzerên wî re bi temamî hatin birîn û parêzerên wî hatin girtin. Niha 14 meh in em tu agahî ji Rêberê xwe nagirin! Tu têkilî û agahîn tune ne. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Ev rewş me û gelê me dexe nava fikarên mezin û her roja diçe gumanên me zêdetir dibin.

Xozad diyar kir ku bi ya wê bi rastî pêvajoyên tecrîdên girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguheriye pêvajoya îmhayê û wiha got: “ AKP seknên ku li hemberî Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide nîşandan ew sekn dê ne têne dawiya wî dawiya Tirkiyeyê ji tîne. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ne têne ji bo kurdan ji bo Tirkiye ji wek Tirkiye bimîne binyadê garantiyê ye. Lê belê wisa xuya dike ku dewletên AKP’ê nîjadperest siwarê hespên AKP’e bûye û lîstina agirê berdewam dike. Ji bo ku hêrsên desthilatiyê, evîndariyên kursiyê çavê wê kor kiriye û wekî ku agirên ku çawa pê diliyze cudahiyên wî de nîne û bi şerên ku bi sedhazaran sal bi navbera Tirk û kurd bibe, pêl bi pêl xwîn rijandinê û parçebûna welatê rê vedike. Ew tên bîra mirov ku her tim bi pirsên bi rastî jî AKP nizane ku ew agir agirekî wisa ye ku ne têne AKP’ê biqedîne li hemû Tirkiyeyê û cîhan ûhemû gerstêrkê jî dikare biqedîne. ”

Xozad wiha dirêjî da axaftinên xwe : “komployên nawnetewî hatiye merheleyên pir talûke û merheleyên ku riskên mezin di nav xwe de dihewîne. Pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wisa bidome Tirkiye di dîrokên xwe de mînakên wî yên ku qet nedîtiye bibîne” û got; “ Serkeftina sedesalê bi îmhakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd nabe. Serketinê sedsalan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser çareseriyê rûniştandina li ser maseyê pêk bê. Dewleta AKP û Tirkiye pir baş bizane ku hewldanek bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê dawiya Tirkiyeyê bîne. ”

Xozad di axafitnên xwe de diyar kir ku pratîka hemleya ji bo Azadiya Ocalan hatiye detpekirin bi stratejiya şerên şoreşgeriyê gel û got: “Serkeftinên ew stratejiyê tê wateya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî. Gerîla ew stratejiyê bi hunerên xwe û taktîkên serkeftinên demê re xist meriyetê. Operasyonên şoreşgeriya Elkê û Şemzînanê şerên şoreşgeriya gel ji li qadên ku herî zêde pêk hatî bû. Ew serkeftinê bi xwe re belavbûna şerên şoreşgeriya gel a hemû Bakurê Kurdistanê pêl bi pêl belav dibe. Wî wateyê de gerîla kêmasiyên cur be cur hebin ji bihêzdarî diliyize û berxwedanek biheybet radixe ber çavan. Jin û ciwanan ji wekî cangorî û bi mêrxasî şer dikin. Axa Kurdistana ku di bin dorpêçan de ye bi ruhên fedaitî diparêze. Wekî wî berxwedanê di zindanan de hevalên me derxistin berçavan û hemleya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlibûna ruhên fedaitî sekna xwe nîşan dan. Lê belê wan berdewankirina wan çalakiyan a bi hêzdarî pir watedar e. Lê belê niha pêvajoya hemleyê herî kêm tevlîbûn li qada siyasî û civakî ye. ”

Xozad di axaftinên xwe de destnîşan kir ku gel û jinên kurd li hember polîtikayên înkar û îmhayê bi hezar salanê li ber xwe didin. 8 Adarê, Newroz û berxwedana 14 Tîrmehê de berxwedanên pir bi watedar çêbûn. Lê di vê pêvajoyê de berxwedanên derbasbûna bi wê tevlîbûnê û berxwedana şertên herî esas tê girtin.”

BDP BI FÎLÎ HATE GIRTIn

Xozad bal kişand ser êrîşên li hemberî BDP’ê û wiha pê de çû: “ Êrîşên ku li hemberî BDP’ê yek ji parçeya îmhakirinê ye. Wektê zanîn dibin navê operasyonên KCK’ê de nêzî 8 hezar siyastmedarên kurd, reşenbîr, rojnamevan, parêzer, jin û ciwan hatine girtin. Her wekî cemawerê BDP’ê hate valekirin. Di parlametoyê de BDP li gel koma xwe bi tenê maye. Bi vî awayî destnedayîna rabe dê çi bibe rabe dê çi bibe. Li holê partiyek nemaye, hema bêje hemû kadro û xebat karên wê hatine girtin. Di esasê xwe de BDP bi fîlî hatiye girtin. ”

DIVÊ KU DESTÛRA ÊRÎŞAN NEYÊ DAYÎN

Xozad bal kîşand ser êrîşên li hemberî BDP’ê û wiha axivî: “Armanca AKP’ê ewe ku hemû planên xwen yên îmha û tesfiyekirinê heya dawiyê bibe. Ji bo vê yekê jî tişta ku neke tune ye. Di pêvajoya herî dawî de ku ewqas têkiliyên trafîkê dîplomatîk yên bi YE’ê re kirî bivê yekê ve girêdayî ye. Vaye hûn dibînin buroyek saxlem ya BDP’ê nemaye. Her roj li cihêkê êrîş dikin. We dît li Dîlok, Marmara, Çukurova û herî dawî jî li Çewlikê êrîş pek hat. Dewleta AKP, Midurê Eminiyetê, Walî, şaredar û hemû kadroyên wan êrîşî avahiyên BDP’ê dikin û kurdan lînç dikin. Her roj parlametek jin ya BDP’ê dikin rojev û dixwazin bi kampanyaya reşkirinê bi çewisînin û pasîfîze bikin. AKP ji jinên zana, bi îrade, cesûr û bi hêz ditirse. Ji hemû kesê ku ji hêz û bi bandor di tirse dixwaze bi perçiqîne. Herî zêde jî jinan. Gelê kurd û jinên kurd tu caran li hemberî vê zilmê bêdeng nebûne, nabin û divê nemînin jî. Dema ku AKP êrîşî avahiyên BDP’ê dike divê ku gelê kurd jî êrîşî 10 avahiyên BDP’ê bikin. Divê ku li Kurdistanê tenê yek avahiyek a AKP’ê neyê hiştin. Dema ku AKP êrîşî yek kurdî bike divê ku gelê kurd êrîşî 100 AKP’iyan bike. Ger ku pêvajo bê hiqûq be û êrîşên ku bêexlaq tên meşandin divê ku bi seknekî şerê şoreşgerî yê li hember bê sekinandin.”

ÇARENÛSA ELEWIYAN BI AZADIYA KURDAN VE GIRÊDA YE

Xozad bi lêv kir ku wek ku tê zanîn civaka Elewiyan ji beşa muxalîfan e û got; “Elewî bi parastina demokratîkbûn, wekhevî, adîl û laîktiyên tên nasîn. Bi salan ne di bedela vê têkoşînê de bedelên giran dane. AKP niha dixwaze bi îdeolojiya olî vê beşa civakê tune bike. Bi awayekî pir kûr û bi plankirî nakokiyan dinavber sunî û elewiyan de çêdikin. Divê ku elewî baş bizanin ku qedera wan bi azadiya kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye. Azadiya kurdan tê wateya azadiya hemû Elewî û hemû çandê cûda jî. Divê ku Elewî vê heqîqtê esas bigirin û têkoşîna xwe li gel têkoşîna azadiya kurd bikin yek teqez dê hemû mafên xwe bi dest bixin. ”

AKP DIXWAZE YEKITIYA NEWTEWÎ PARÇE BIKE

Xozad bi bîr xist ku hewldana herî mezin AKP’ê ewe ku têkiliya di navbera kurd û yekitiya netewiya demokratîk de heyî pêşiya wê bigire. AKP ji bo pêşiya vê yekê bigire tişta ku ji destî dê dike. Xozad wiha got: “ wektê zanîn rêbertî û tevgera azadiya Kurdistanê ji bo ku kongreya Navnetewî pêk were gelek hewldan lê dîsa pêk ne hat. DYA û AKP’ê destura vê yekê neda. Ji bona kongre pêk neyê bi awayekî cidî li ser başurê Kurdistanê disekinin.

Hikûmeta AKP’ê li gor xwe dixwaze bi riya PDK’ê, PKK’ê tasfiye bike. Îdiayên ku dê rêzdar Barzanî beşdarî Kongreya AKP’ê ya di 30’yê mehê de bibe jî parçeyek vê planê ye. Bêguman dê beşdarbûna rêzdar Barzanî ya kongreya partiyek ku dixwaze Rêber Apo îmha bike, 8 hezar siyasetmedaran xistiye zindanan û polîtîkayên komkujiyan mînak ya Roboskiyê li ser kurdan pêk tîne; divê weke rewşek normal neyê dîtin. Rewşeke wiha dê tenê hevpariya planek mezin û hesabên qirêj derîne holê. Wekî din tu îzaha vê tune ye. Ez hêvîdar im, rêzdar Berzanî beşdarî kongereya partiyek ku qatilê kurdan û armanca wê tenê tasfiyekirina kurdan e nebe û nebe hevparê plan û hesabên qirêj. Yan na dê îtîbar û rêzdariya xwe ya li ba kurdan winda bike

NEŞANDINA ZAROKAN A DIBISTANÊ, DÊ BI QASÎ ŞOREŞÊ BI BANDOR BE

Xozad wiha got: “Ev dewlet bi salan e ji bo ku kurdan di dibistanan de asîmîle bike wek bingehek bikar tîne. Bi riya bîrdoziya nîjadperestî di saziyan de derzî li zarokên kurdan dide. Zarokên kurdan ji gel, civak û nirxê wan yê cewherî dûr dixin. Dîvê êdî ku ji vê rêbazê asîmile kirinê re em bêjin bes e. Divê gelê kurd bi hesabên erzan û bi fikar tevnegere. Yan na ewê sed salek din jî winda bike. Ger ku daxwaza hinek kurdan ji dewletê hebe ev şaşe. Ji ber ku ev dewlet tenê dikare koletiyê, mirinê komkujiyan ji kurdan re rewa dibîne. Ger hûn zarokên xwe neşînin dibistanan hûnê alîkariyê bidin şoreşa gel. ”

Xozad wiha axaftina xwe bi dawî anî: “Heman tişt ji bo leşkeriyê jî derbas dibe. Zarokên kurdan çima diçin leşkeriyê? Ji bo ku birayên xwe bikujin, divê viya baş bizanin û li gor wî tevbigerin, ev trajediyek mezin e.”