Xemsariya nexweşaneyê dayîka min kuşt!

Xemsariya nexweşaneyê dayîka min kuşt!

Li Mêrsînê dayîka du zarokan Zelîha Firat , di meha hezîranê de ji şaneşîna mala xwe de ket û piştre rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. Li nexweşxaneyê gotin ‘Ketineke hêsane, xeteriya jiyana wê tune’ û şandin mal. Zelîha Firat rewşa wê dîsa xerab bû û li nexweşxaneyeke din jiyana xwe ji dest da. Zarokên wê diyar kirin ku mirina dayika wan ji ber xemsariyê ye û gilî kirin.

Zarokên Zelîha Firat hemû organên wê hîbe kirin û bi xêra wê 3 kes niha dijîn. Kurê wê Suleyman Baş bûyer wiha vegot: “Dema ji şaneşînê de ket me demildest ew rakir nexweşxaneya Dewletê ya Toroslar beşa Lezgîn. Saet 2.30 bû me bir acîlê. Me ji Doktor Gulden Tatar re got serê wê pir diêşe û dilê wê diqelibe. Serûm lê xistin. Lê ligel ku me got serê wê diêşe û dilê wê diqelibe tu titşek nehat kirin û nexweşneyê j ime re got tiştekî wê tune û ji nexweşxaneyên derketina wê kirin û gotin bibin malê.

JI BER XEMSARIYÊ MIR

Baş da zanîn ku dema ji nexweşxaneyê anîne mal dayîka wê rewşa wê xerab bûye û wiha pê de çû: “Me gazî ambolansê kir. Me vê carê jî bir nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê. Doktoran got dayika te di komayê de ye. Gotin çûye ser mêjiyê wê û gotin ji bo mudaxeleyê hun pir dereng mane.”

Baş anî ziman ku di mirina dayika wî de îhmala doktora nexweşxaneya dewletê ya Toroslarê Gulden Tatar û personelan heye û wiha pê de çû: “Min der barê hekîm û hemû personelên beşa lezgîn de serlêdana sûc kiriye.”

Baş wiha berdewam kir: “Dayîka min ji serê xwe derbe girtibû. Serê wê dieşa û dilê wê diqelibî. Nexweşeke wisa divê di bin kontrolê de bihata girtin û rontgena mêjî MR bihata kişandin. Lê bê van tiştan serûmek lê dan û şandin malê. Ev pir vekirî xuyaye xemserî ye. Ji bo mirov vê fêm bikin jî ne hewceya mirov bibin doktor an jî hemşîre. Lê ligel hemû pirsên me ji me re gotin xeteriya jiyana dawiya we tune. Gotin ketina wê hêsan e. Ev gotinên wê bûne sedema mirina dayîka min.

PERGALA TENDURISTIYÊ YA WELAT TÊK ÇÛYE

Baş got ku doktor û xebatkaran bê perpirsyar tevgeriyane û wiha pê de çû: “Heta berpirs neyê cezakirin dê têkoşîna me bidome. Ev dê ji bo gelekan bibe mînak. Ez fêm nakim doktoreke û hemşîreyên li beşa lezgîn çima evqas bê pergal tevdigerin. Çawa jiyana mirovan dilîzin. Ez dizanin ku ev tenê ji doktor û xebatakaran jî naqewime. Pergala tenduristiyê ya vî welatî têk çûye. Mafê tenduristiya me jî j ime girtine. Jiyan mirovan bê rumet e. Mafê tenduristiya me jî j ime digirin. Lê em ê li dijî vê bê deng nemînin.”