Xelat Şemsê: 15'ê Tebaxê ji bo Jinên Kurd qîrîna azadiyê ye

Ji fermandarên YJA Starê Xelat Şemsê bal kişand ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo jinên Kurd û got, "Ev pêngav bû sedem ku jinên Kurd ji bo azadiyê û jiyaneke azad têbikoşin û xwedî li nirxên xwe derkevin."

Ji fermandarên YJA Starê Xelat Şemsê, di salvegera 33'an de Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re nirxand. Şemsê bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo jinên Kurd û got, "Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêngava 15'ê Tebaxê vejînek û destpêkek nû bû. Ev pêngav bû sedem ku jinên Kurd ji bo azadiyê û jiyaneke azad têbikoşin û xwedî li nirxên xwe derkevin."

'15'Ê TEBAXÊ HÊVIYEK GELEKÎ MEZIN E'

Xelat Şemsê di destpêka axaftina xwe de pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got; "Beriya her tiştî em pêngava 15'ê Tebaxê pêngava vejînê li Serokatî, tevahî hevalan, gelê Kurdistan û tevahî gelê ku dilê wan ji bo azadiyê lê didin pîroz dikin. Wekî din li tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz dikin. Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêngava 15'ê Tebaxê vejînek û destpêkirinek nû bû. Li hember îxanet û teslîmiyetê dengekê bilind bû li Kuridistanê. Qîrîna azadiyê bû. Bû hêvî û baweriyek di dilê tevahî gelê Kurdistaniya de. Ji bo hemû gelên li herêmê dijîn û gelên ji bo azadiyê têkoşin bû hêviyeke mezin. Girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bi taybetî jî ji bo jinên Kurd wateyeke xwe ya cuda heye. Ji ber bûye hêviyek gelekî bilind."

'15'Ê TEBAXÊ JI BO JINÊ RASTIYA XETA PARASTINÊ YE'

Şemsê bibîr xist, ku polîtîkayên li ser gelê Kurd dihatin meşandin, polîtîkayên îmha û tinekirinê bûn û wiha dewam kir: "Em baş dizanin ku li Kurdistanê qirkirin û înkareke mezin hebû. Bijavtinekê pir xurt li ser gelê Kurd û welatê Kurdan dihate meşandin. Di bin talan û dagirkeriyeke mezin de dihat derbas dibû. Ya ku li hember van polîtîkayan rabû û berxwedanek bi hêz, têkoşînek bi hêz rastiyek dîrokî daye raber kirin; Rêber APO pêşengtiya vê pêngavê kir. Bi vî awayî li Kurdistanê hêvî û jiyan ava kir. Ew bê bawerî û hişmendiya înkarkirinê ji holê rakir û şikand. Hêviya têkoşînek çawa were kirin, xeta parastinê çawa were avakirin û pêş xistin, jiyanek çawa were avakirin û li ser bingeha kîjan rêgezan were jiyîn, fêrî gelê Kurd û jinên Kurd kir. Bêguman gelê Kurd di rewşeke giran a qirkirinê de bû. Her wiha ev qirkirin zêdetirê xwe li hemberî jinên Kurd dihate meşandin. Em pir baş dizanin ku li ser jin feraset û nêzîkatiyên gelek tund û dijwar heye."

Xelat Şemsê di dewamiya gotinên xwe de balê kişand ser rewşa jinan a li nava civakê û wiha dewam kir: "Tevahî mafên jin ên weke siyasetkirinê, xweparastinê, perwerdekirin û hwd. hemû ji destê jinê hatibûn girtin. Jin nava koletiyê de hatibû hiştin. Lê Serokatî ji jin dest pê kir. Bi pêngava 15'ê Tebaxê re ev hêvî da tevahî jinên Kurd. Jina Kurd jî li derdorê vê hêviyê kom bû û pêşengtiyek rast kir. Bêguman em vê pir baş dizanin ku beriya me jî mîrasên gelek giranbiha yên jinê ji bo parastina mafê xwe, vîna xwe hatiye kirin. Lê di pêşengtiya jina Kurd de weke Zarîfe, Besê, Leyla Qasima, Bêrîtan û Zîlanan bê dudilbî ji bo azadiyê xwe bi dest bixin, ji bo welatparêztiya xwe têkoşînek gelek tund dane meşandin. Zarîfe û Besêyan ya ku li hember dagirkirinê tu astengî nas nekirin, xweradestkirin nepejirandin, îxanetê qebul nekirin, li hember tevahî şert û zurufê jî xeta welatparêziyê, dilsoziya bi xaka û azadiya xwe re bi têkoşîn û berxwedana xwe re dan raberkirin. Ev weke çandekê di nava jinên Kurd de her çû pêşket û bilind bû. Lê bi birdozî, felsefe û pêşengtiya Rêber APO re zêdetir zanist bû. Bû xwedî bîrdozî û weke rojekê di pêşiya xwe de dît. Jina Kurd di şexsê xwe û têkoşîna xwe de bûye hêviya tevahî jinên cîhanê. Hêviya serketinê ji bo jinên bindest ava kir."

'15'Ê TEBAXÊ JINÊN KURD GELEKÎ WÊREK KIR'

Xelat Şemsê girîngî û wateya 15'ê Tebaxê ji bo jinên Kurd nirxand û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê jinên Kurd gelekî wêrek kir. Ev pêngav bû sedem ku jina Kurd ji bo azadiyê, têkoşînê û jiyanekê azad têbikoşe û tevlêbûyîna xwe bide çêkirin û xwedî li nirxê xwe derbikeve. Jin bi pêngava vejînê re ji nû ve bû xwedî jiyanê. Li hember jina Kurd zor û zehmetî çi dibe bila bibe lê vîna xwe û wêrektiya xwe dît. Bi vê pêngavê re jina Kurd rêya xwe ya azadî û têkoşînê dît." Şemsê wiha dewam kir: "Perspektîfa xwe ya dîroka rast ava kir. Ji ber dîroka jinê ti carî bi awayekî rast nehatiye ser ziman û nivîsandin. Her tim dîrok di destê desthilatdaran de maye. Bi pêşengtiya 15'ê Tebaxê re êdî jina Kurd ji bo xwe lêhûrbûyîn pêşxist. Wê dîrokek, jiyanek çawa ava bike û pêşengtiyek çawa bike. Cesareta xwe avakirinê pêşxist û di Kurdistanê de jiyaneke nû ava kir. Ji bo vê yekê bû hebûna tevahî gelan û jinên cîhanê. Di roja me ya îro de jina Kurd bûye morel û coşa tevahî jinên cîhanê. Pêşengtiya jina Kurd ji bo xwe esas digrin. Di roja me ya îro de jina Kurd li ku derê dibe bila bibe, li hundir û deveyî welat, bi îdeayê azadiyê û têkoşînekê bilind, bi seknekê lehengtî xwedî derketina dîroka xwe heye. Xwedî derketina paşeroja xwe heye. Xeta welatparêziyê di şexsê xwe de ava kiriye."

'JINÊN KURD DERBEKE MEZIN LI HIŞMENDIYA DESTHILATDARIYÊ DA'

Şemsê got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo me meseleke neteweyî bû, azadiya welat û gel bû. Lê weke jinê ji bo me xilasiya ji koletiya pênc hezar salan bû. Xilasiya tevahî qirêjî û nebesiyên ku rû da bû. Rabûna Jina Kurd derbeke gelekî mezin li hişmendiya desthilatdariyê da. Hişmendiya netewe-dewletê da. Rabûna jina Kurd bû perspektîfek ji bo tevahî cîhanê. Bû sedem ku Jina Kurd li ku derê dibe bila bibe cesaret bigire, bawerî li xwe bîne û bi serbilindî xwedî li mîrasê xwe derbike." 

Xelat Şemsê li ser pêşketinên jinên Kurd axivî û got, "Êdî hêzekê jinê ya parastinê hatiye avakirin. Hêzeke ji bo xwebûna xwe têdikoşe, heye. Êdî di kîjan qadê de dibe bila bibe jin di hêla parastina cewherî de xwe pêşxistiye û ava dike. Ev jî bi awayekê gelek bi rêxistinkirî, zanebûyîn û bi îdeayekê mezin tê kirin. Ev jî hêviyek gelek mezin xist dilê mirovên heft salî heya heftî salî. Di roja me ya îro de ev di çiyayên Kurdistanê de bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Bi tîpên zêrîn xwe nav û nîşan dike. Di xeta Bêrîtan û Zîlanan de bi ti awayî radest girtinê nayê pejirandin û her tim di xeta berxwedanî û mezinbûyînê de jiyana xwe watekirinê ji xwe re esas girtiye. Têkoşîna azadiya jinê li Kurdistanê jiyan vegerandiyê wateya herê mezin û bi nirx. Bedewiyek gelek mezin daye jiyanê. Her çiqasî me gotibe serê çiyayê Kurdistanê li di roja me ya îro de li her çar perçeyê Kurdistanê de, di Rojava de pêşengtiya Arînan heye, di Rojhilatê Kurdistanê de yê Şîrînan heye hw.perçeyên din de jî ev ruh heye. Bêguman ev destketiyek kêm nîne. Jina Kurd di roja me ya îro de bi tevlêbûyîn, israr û îdeayê xwe re derbeke gelek mezin li hişmendî û pergala desthilatdariyê daye. Ev li Bakurê Kurdistanê di pêşengtiya YPS JIN de weke Zeryan, Rûken û Nûcanan cesareteke bi hêz ava kiriye. Jinên Kurd ên ku ji bo azadiyê têdikoşin û ji bo azadiyê li ber xwe didin, li derdorê vê xeta azadiyê  digerin. Roj bi roj bilind dibin û dîroka azadiyê diafirînin. Ev gelekê girîng e."

'XWEPARASTIN JI BO JINÊ JI HEFT ŞOREŞAN GIRÎNGTIR E'

Fermandara YJA Starê Xelat Şemsê di dawiya axaftina xwe de îdeayê xwe yê paşerojê datîne holê û bi van gotinan bang li her kesî dike: "Rabûn û parastina xwe ya cewherî pêşxistin ji bo jinê ji heft şoreşan girîngtir e. Bi qasî li nava tevgera me, jin beşdarî ti şoreşê nebûne. Ti şert û zûrifan ji xwe re nasnekirin. Bi sekin û biryariyekê xurt dane meşandin. Ev cesareteke gelek mezin daye gelê Kurd. Di pêşengtiya jina Kurd de ew hişmendiyê desthilatdar ê zilamên Kurd jî guhertiye. Destketiyên ku hatine bidestxistin em kêm nabînin. Ev hişmendî veguherîn û guhertinên mezin da avakirin. Ji her deman zêdetir derfetên me hene. Em xwedî Rêberek weke Rêber APO ne û xwediyê felsefe û bîrdoziya Rêber APO ne. Em di vê mijarê de gelek têr û tijî ne. Şert û zurif çi dibe bila bibe em weke Jinên Kurd bi awayekî gelek bi hêz xwe amade dibînin ku pêşengtiya vê bikin. Ti hincet ku me paşde bide nîne. Em xwedî mîrasên gelek giranbiha ne û ev mîras vîn, bawerî û cesareta me bi hêztir dike. Em bikaribin bi her awayî xwedî li van mîrasên xwe derbikevin û bibin parêzvanên rast ên vê mîrasên xwe yên dîrokî. Em ruh û berxwedana 15'ê Tebaxê bilindtir bikin û her roj ji bo xwe bikin hinceta azadiyê, jiyaneke azad û rûmet. Jinên Kurd xwe ji vê re amade dibînin ku em ê li welatekî azad bi Serokatiya xwe re dijîn. Ji derveyî serketinê ti rê li pêşiya me nîne. Em ji her demê zêdetir xwedî vê hêzê ne."