Xabûr: Peyama Ocalan ji bo her kesî ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr got peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxalîf û eniya navnetewî divê ji hêla her kesî ve were nîqaşkirin, ji ber ku tiliya xwe bi çareseriya Rojhilta Navîn ve kiriye.

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcel Xabûr di Stêrk TVde ji bernameya Rojeva Jin re axivî û peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê ya ku qediyayî şîrove kir.

Xabûr diyar kir berxwedana greva briçîbûnê bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê ya jin û dayik Leyla Guven dest pê kiriye, li nav civakê berbelav bûye û got, bi lehengên vê berxwedanê piştî 2011’an cara pêşî Ocalan parêzerên xwe dîtiye. Xabûr got çalakiyên ku bi şexsan dest pê kiriye civakî bûye, rê li ber vekiriye ku faşîzma AKP-MHP’ê bi paş ve gav bavêje û diyar kir çalakiya Ocalan gihaştiye armanca xwe.

TECRÎD BI TEMAMÎ NEQEDIYAYE

Xabûr diyar kir tecrîd bi temamî ranebûye, bi bûyerên ku li Rihayê hatine jiyîn ev hatiye dîtin û got, ‘’Li wir tiştên dermirovî, êşkence li mirovan hate kirin. Li Tirkiyê polîtîkayên îmha û înkarê didomin. Van rojên dawî êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê jî nişan dide ku tecrîd bi temamî neqediyaye.’’

JI BO KURDAN TIM DERIYEKÎ NÛ

Xabûr diyar kir piştî 8 salan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo Kurdan tê maneya vebûna deriyekî nû û domand, ‘’Peyama ku di du hevdîtinên dawî de dayî divê ji hêla demokrat, rewşenbîr, muxalefet û eniya navnetewî ve were gotebêjkirin. Ji ber ku peyama çareseriya demokratîkirina Tirkiyê ya Rêber Apo, Îran, Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn vedihewîne nav xwe. Di peyama 7 salî de ya hevdîtina 2’yê Gulanê jî, ji bo çareserkirina krîza li Tirkiyê ye.’’

ROLA DAYIKÊN ÇARIKSPÎ

Xabûr bal kişande ser rola karîger û dîrokî ya dayikên berxwedêrên di nav pêngava berxwedanê de û xizmên wan û got, ‘’Jinan tim mohra xwe li dîrokê dane. Di pêvajoyeke wiha krîtîk de jî dayikên me mîna kulîlkên spî derketin kuçeyan û pêşengiya pêvajoyê kirin. Em Tevgera Jinê hemû dayikên xwe pîroz dikin û slav dikin. Dayika Heval Zulkuf Gezen jî çû ser gora wî, mizgînî da ku çalakiya ku wan dayî destpêkirin bi ser ketiye, ev tevger hêjayî pîrozkirinê ye. Ji ber vê em ji destê dayikên xwe maç dikin. Çalakiya Dayikên Çarikpsî bûye tevgerek. Spî ya ku li cîhanê sembola azadiyê ye, bi pêşengiya dayikê me dîsa bûye sembol.’’