WHO'yê derbarê xebatkarên xwe de dest bi lêpirsînê kir

Piştî ku li nava saziyên Neteweyên Yekbûyî skandala li ser nêzîkatiyên zayendîperest ên li dijî jinan eşkere bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku wan dest bi lêpirsîneke berfireh kirine.

Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya çend roj berê hate eşkerekirin, hate ragihandin ku li 30 saziyên cuda yên NY'yê, yek ji sê parên bi dehan hezar xebatkar bûne hedefa kiryarên tacîz an jî zayendîperestiyê.

Zêdeyî 30 hezar xebatkaran serî li xeta gilîkirinê dan ku Sibata par hatibû vekirin û 33 ji sedî yê van kesan gotin ku bûne hedefa tacîza zayendî. Zêdeyî 2 ji 3 paran jî jin in. Lê belê yên ku serî li vê xetê dane, tenê 17 ji sedî yê temamiya xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ne.

WHO'YÊ DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIR

Rojek piştî eşkerebûna raporê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye, ragihand ku wan dest bi lêpirsîneke berfireh a navxweyî kirine. Hate gotin, zêdeyî 7 hezar xebatkarên li 150 buroyên cuda, ji ber îdîayên 'kiryarên xerab' ketine ber lêpirsîna WHO'yê.

Ji berdevkên WHO'yê Sarah Rûssell agahî da AFP'ê û îdîa kir ku lêpirsîn sala bihurî hatibû vekirin.