Wêneyên zarokên hatin qetilkirin li ber avahiya UNICEF’ê hatin danîn

TJK-F’ê, ji bo balê bikêşine li ser qetilkirina zarokan a ji aliyê dewleta Tirk ve, li ber UNICEF’ê çalakî li dar xist û bi bîr xist ku Tirkiyeyê bi êrîşên bi dronên bi hedef li Rojava herî kêm 50 zarok qetil kirine.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJKF-) ji bo balê bikêşe li ser qetilama zarokan a Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ber Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) çalakî li dar xist.

Endamên TJK-F’yê ku saet di 16.00’an de li Parîsa paytexta Fransayê, li ber UNICEF’ê hatin ba hev, wêneyên zarokên qetilkirî û pankartên “Dewleta Tirk qetilamê dike“, “Rojava biparêze“ hilgirtin.

Di daxuyaniya li ser navê TJK-F’yê li ber avahiya UNICEF’ê hat xwendin de, bal kişand li ser qetilkirina zarokan. TJK-F’yê bi bîr xist ku ji serê salê heta bi niha dewleta Tirk bi êrîşên bi dronên bi hedef ên bi ser Rojava de herî kêm 50 zarok qetil kiriye û banga tevgerîna demildest li UNICEF’ê kir.

Di çalakiyê de bêyî navbir dirûşmên “Erdoganê kujer’’, “Dewleta Tirk a faşîst, bicehime ji Kurdistanê“, “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin û wiha hat gotin: ‘“Li bakurê Sûriyeyê navendeke perwerdehiyê ya zarokên qîzîn a bi piştgiriya NY’yê ji aliyê balafireke şer a Tirk ve hat bombekirin. Çar xwendkaran jiyana xwe ji dest da, hin jê bi xedarî, bi tevahî 11 xwendkar birîndar bûn. Ev êrîşa bi hovîtî ya li djî hemû yasayên navneteweyî, sûcê şer e. Ev êrîşa qirkirinê ya bi ser gelê me de ye, dewama hovîtiya DAIŞ’ê ye.“ 

Di dawiya çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji van êrîşan re bibêje bes e û wêneyên zarokên qetilkirî li ber avahiyê UNICEF’ê hatin danîn.