Wekîlên Jin ên HDP'yî wê 8’ê Adarê di grevê de bin

Parlamentera HDP'ê Kerestecîoglû ragihand, ku roja 8'ê Adarê wê wekîlên jin di grevê de bin.

Serokwekîla Koma HDP'ê ya li Parlamentê  Fîlîz Kerestecîoglû, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê wekîlên HDP’ê yên jin roja 8’ê Adarê di grevê de bin. 

Kerestecîoglû bibîr xist ku wê jin li zêdeyî 50 welatên cîhanê bi rengekî hemwext di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bikevin grevê û ew ê jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe yAên li parlamentê bisekinînin.

Kerestecîgolû diyar kir, ev cara destpêkê ye ku wê li parlamentê grev bê kirin û ev nirxandin kir:

"8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêzîk dibe. Îsal, wê ji salên derbasbûyî hê zêdetir tevgerek hebe. Hemû cîhan li benda 8’ê Adarê ye ku kolanan tijî bikin.

Bi mîlyonan jin xwe amade dikin ku di 8’ê Adarê de bikevin grevê. Li Amarîkaya Latîn, Polonya û Îtalyayê jinên ku grevên mezin bi rêxistin kirine, tevlî vê amadekariyê bûne.

LI ZÊDEYÎ 50 WELATAN JIN WÊ BIKEVIN GREVÊ

Di 8’ê Adarê ya îsal de li 50 welatan jinan weke gava yekemîn, li dijî şideta mêr, kurtajê biryareke navneteweyî ya rêxistinkirina grevê dan. Li gelek welatên cuda yên cîhanê wê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi hemwextî 24 saetan di grevê de bin. Di wê rojê de jin naçin kar, paqijiyê nakin. Ji bo piştgiriyê bidin rojê wê cil û bergên xemrî û reş li xwe bikin.

TEVLÎ KARÊ PARLAMENTÊ NABIN

Em jî ji Partiya Demokratîk a Gelan weke parlameterên jin cara yekemîne ku li welatekî li Parlamentê vî dengî bilind dikin. Grev wê li Parlamentê be, têkoşîna xwe li kolanan bikin. 8’ê Adarê wê parlamenterên me yên jin wê li bajarên cuda li gel jinan bicivin. Wê xebatên xwe yên li Meclîsê rawestînin."