'Wê çalakiyên me yên edalet û ronîkirinê bidomin'

Ji bo yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez weke her Çarşemê Kurdistanî li qadan bûn.

Ji bo yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez weke her Çarşemê Kurdistanî li qadan bûn. Kurdistanî û nûnerên saziyên dost daxwazên xwe yên edalet û ronîkirinê dubare kirin.

Kurdistanî û jinên endamên SKB’ê yên saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hevdu, ji bo hesabê komkujiya ku dikeve sala sêyemîn bipirsin, bi dirûşman dest bi meşê kirin. Girseya ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya, flamayên her sê jinên şoreşger hilgirtin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne", "Jin jiyan azadî" hatin gotin. Kurdistaniyan di meşê de bang li kesên li derdorê kirin ku tevlî çalakiya bi wesîleya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bibin.

Girseya hat ber Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê, deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê di axaftinan de daxwazên aşkerakirina hêzên li pişt komkujiya li hember gelê Kurd hat dubarekirin.

Tevgera Jinan a Kurd a çalakî ji 17’ê Çileya 2013’an ve didomîne, diyar kir ku heta edalet bê cih wê çalakiyên xwe yên edalet û ronîkirinê yên her Çarşem bidomînin. Çalakî bi dirûşm û tililiyan bi dawî bû.