UTAMARA kongreya xwe ya 13. li dar xist

Navenda Jivana Jinan UTAMARA kongreya xwe ya 13. li dar xist.

13. Kongreya Navenda Jivana Jinan UTAMARA 3'ê Sibata 2019'an bi beşdariya 60 jinan li bajarê Kasbach-Ohlenberg ê Elmanyayê pêk hat.

Di destpêka kongreyê de xebatkarê UTAMARA'yê Zubeyde Temel axivî û piştre raporên salê hatin nirxandin.

Beşdaran bal kişandin ser zext û zordariya di nava civakê de li jinan tê kirin û işaret bi pêwîstiya bi xurtkirina hevgirtina jinan kirin.

Di kongreyê de hate destnîşankirin ku saziyên perwerdeyê, alîkarî û parastina jinan mîna UTAMARA divê hîn bêhtir werin danasîn û tevna xwe ya xwegihandina jinan xurttir bikin.

Piştî guftûgoyê hibijartina rêveberiyê ya sala 2019/20 hate pêkanîn. Di encamê de pênc rêveber û çar cîgirên wan hatin hilbijartin.

PLANSAZIYA KARÊ SALEKÊ

Di beşa plansaziya sala 2019'an de karên saziyê yên salekê hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê, tevî projeyên "Jin demokrasiyê bi pêş ve dibin" û "Cîhanên Jinan", ji bo jinên heremê û malbatên wan di 20'ê Adarê de wê li Stadthalle ya bajarê Lînzê Newroz bi awayekî girseyî were pîrozkirin. 15'ê Hezîranê li Altes Freibadgelände ya bajarê Unkelê wê Mîhrîcana Zarokan a "Keskesora Çandan" were lidarxistin. Ji 21 heta 27'ê Nîsana 2019'an wê Kampa Jinên Ciwan were lidarxistin. Ji bo amadekirina pirtûka nû ya bangawaziya nivîsandinê "Her Jin Çîrokeke Xwe Heye" berhem ê werin komkirin. Wekî din wê UTAMARA cihê xwe di kampanya "Tundî li hemberî jinê polîtîk e" de bigire.