Utamara 9. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

Navenda Hatinagelhev a Jinan Utamara bi tevlîbûna 150 kesan 9. Kongreya xwe ya Asayî duh pêk anî.

Navenda Hatinagelhev a Jinan Utamara bi tevlîbûna 150 kesan 9. Kongreya xwe ya Asayî duh pêk anî.

Gelek saziyên jinan bi peyaman kongre silav kirin.

Xebatkara Navenda Hatinagelhev a Jinan Utamara Sandra Kreîl, got ku sala 2014’an ji bo jinan hem bi berxwedan û hem jî bi destketiyan derbas bûye, berxwedana li Kobanê û Şengalê ji bo tevayî jinan bûye çavkaniya îlhamê.

Di kongreyê de hat diyarkirin ku tevahiya salê li Elmanyayê li 40 bajarên cuda panel û semîner hatine organîzekirin, 63 jinan serî li Xeta Şêwirmendiyê ya Jin û Malbatê dane, bi dehan aktîvîte û çalakiyan de standên enformasyonê hatine vekirin.

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya projeya "Ji qelen, zewaca bi zorê û qetilkirinên li ser navê namûsê re na” ya Adara 2014’an de, Utamara bi xebatên xwe yên ronîkirin û guhertina civakê pêş xistine, xizmetên wek Mîhrîcana Zarokan, Kampa Zarokan, Kursên Ziman ên ji bo jinan û şêwirmendiyê pêk aniye.

PROJE

Endamên Utamara di kongreyê de diyar kirin ku bi qasî dihat xwestin xebat nekirine, rexnedayîna xwe dan û dan xuyakirin di pêvajoya pêşiya me de wê hê aktîftir rol bigirin.

Utamara projeya bi serenava, "Wê jin li hember Îslama radîkal demokrasiyê bihêz bikin” kirin rojeva xwe û biryar hat girtin ku bi malên cem, dergeh, mizgeft û saziyên baweriyan re xebatên hevpar bimeşînin.

Di kongreyê de biryar hat girtin ku projeya bi serenava, "Ji qelen, zewaca bi zorê û qetilkirinên li ser navê namûsê re na” berdewam bike û pêşbirka çîrok û helbestan a bi serenava "Çîroka her jinekê heye” were lidarxistin.

RÊVEBERIYA NÛ

Ji bo rêveberiya Navenda Hatinagelhev a Jinan Utamara Naîle Menteşe, Sevîm Polat, Bêrîvan Lala, Gulistan Tuysuz, Şenay Çelîk û Sultan Aslan hatin hilbijartin.