UNICEF: 30 milyon jin û zarokên keç bi rîska sunetê re rû bi rû ne
UNICEF: 30 milyon jin û zarokên keç bi rîska sunetê re rû bi rû ne
UNICEF: 30 milyon jin û zarokên keç bi rîska sunetê re rû bi rû ne
UNICEF ragihand ku heya niha li tevayî cîhanê 125 milyon zarokên keç û jin hatine sunetkirin û 30 milyon jî bi rîska sunetkirinê re rû bi rû ne.
Rêxistina Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF lêkolîna ku heya niha ya herî mezin di derbarê suneta jinan de hatî kirin aşkera kir. Li 29 welatên Efrqa û Rojhilata Navîn ku herî zêde jin û zarokên keç lêtên sunetkirin, daneyên 20 salanên dawî lêkolînkirin.
PIŞTGIRIYA PÊKANÎNÊ KÊM BÛ
Li gorî encamên lêkolînê piştgiriya jin û zilamên li hemberî vê pêkanîna li Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê ku di bin navê ‘kevneperestî’ û ‘parastina şerefa jinê’ tê kirin kêm bûye. Ji ber vê çendê sunetkirina zarokên keç li gorî 20 salan hîn kêmtire.
30 MILYON ZAROKÊN KEÇ Û JIN DI BIN RÎSKÊ DE NE
Hate diyarkirin ku, heya niha 125 milyon zarokên keç û jin hatine sunetkirin, balkişande ser ku di rewşa niha de 30 milyon zarokên keç û jin bi rîska sunetkirinê re rû bi rû ne.
DI WELATÊN SUNETÊ DIKIN DE WEKE ‘NORM’ TÊ QEBÛL KIRIN
Dîsan Somalî ku sedê 98 di suneta jinan de serî dikêşe, bi sedê 96 Gîne û sedê 93 Cibûtî, Misir jî bi 27.2 milyon sunetkirina jinan di cîhanê de yek ji welatên herî zêde sunet lê heyî, weke norm dibîne. Weke din jî li gorî lêkolînê Çad, Gambiya, Malî, Senegal, Sûdan û Yemenê jî ji ber pêkanînê kêmbûna piştgiriyê li gorî welatên din hîn kêmtire.
LI HEWLÊR Û SILÊMANIYÊ ZÊDE YE
Di lêkolînê de cih da Başûrê Kurdistanê jî. Li gorî vê li tevayî Iraqê di navbera jinên 15-49 salî de sunetkirin sedê 8, ev pile li hinek herêmên Başûrê Kurdistanê digehe sedê 50’an. Di suneta jinan de Hewlêr bi sedê 58’ê di serî de tê, li Silêmaniyê 54, li Kerkûkê jî sedê 20’e. Li rexmî vê jimara bilind jî, li tevahiya Iraqê piştgiriya vê pêkanînê kêm bûye.
Sunetkirina jinan ku piranî di bin navê ol, kevneperestî û parastina şerefa jinan kêr, jîlet û het kevirên tûj tê bikaranîn. Gelek zarokên keç û jin ji ber enfeksiyona di dema sunetê de jiyana xwe ji dest didin. Dîsan jî gelek jinên hatine sunetkirin di dema welidandinê de (dayîkbûna zaroka) jiyana xwe ji dest didin. Weke din jî ev pêkanîn bixwe re kabûs dîtin, depresyon, hestên îxanetê û nexweşiyên derûnî tîne.