Bi ser komkujiya Girtîgeha Ulucanlar a 26’ê îlonê de 10 sal derbas bû. Şahida komkujiyê Başak Otlu diyar kir ku hedef hatibû girtin û wisa komkujî pêk anîn û wiha got: “Ulucanlar li ser me hemû bandorên kûr hişt.” Şahideke din Fatma Akalin jî wiha got: “Komkujî amadekariya Tîpên F bû. Li Ulucanlarê komkujiyeke wisa dîtin pir girane. Bi bi êş e. Li aliyê din cihgirtina di nava vê berxwendanê de rûmeteke mezin e.” Akalin bandora Ulucanê ya li ser jiyana xwe anî ziman.
Serokwezîrê demê Bulent Ecevît ku bi polîtîkayên IMF’ê gel terkî xizaniyê kir, li aliyê din jî dewlet ji bo têkoşîna gelê ku li mafê xwe digere bi dawî bike û têkiliya derve û hundir ji hev biqedîne bi komkujiyeke plankirî di 26’ê îlona 1999’an de di taritiya şevê de çû Ulucanlarê.
Girtiyên ku li dijî pêkanînên dij mirovahiyê ku di her koxuşekî de li şûna ku 20-30 kes bimînin 100 kes diman, serî hildan û li dijî vê komkujî pêk an û di komujiyê çekên luledirêj, bombeyên gazê, maşîneryên kar û hemû cureyên îşkenceyê di dewrê de bûn. Di şeva 26’ê îlonê de girtiyên şoreşê saet 04.00’an de li koxaşan hatin gulebaran kirin. Girtiyên bi îşkenceyê ji qawişan hatin derxistin li şerşûyan bi xizaran hatin qetilkirin.
Piştî komkujiyê, komkujiya 19 kanûnê pêk hat. Piştî ku girtîgehên Tîpa F ketin jiyanê bi sedan girtiyan jiyana xwe ji dest da. Lê ne Ulucan û ne jî komkujiya girtîgehên 19’ê kanûnê tiştek guhert. Li girtîgehên Tirkiyeyê hêj girtî ji bo mafên tedawî û sohbetê ber xwe didin.
Şahida komkujiyê Başak Otlu ku di sala 1995’an de hate girtin û 6 sala di girtîgehê de ma komkujiya Ulucanlarê ji ANF’ê re vegot.
Otlu behsa komkujiyê ku 10 kes mirin û şert û mercên girtîgehê kir û diyar kir ku ji ber şopên rojiya mirinê pêvajoya ku pêk hat, yek bi yek nayê hişê wê û dest bi gotinên xwe kir.
Otlu wih agot: “Qawişa 5’emîn ji ber ku li ser kapasiteya wê re girtî hatinbûn bicihkirin cih tune bû. Gelek pirsgirêk çêdibûn. Ligel ku ev pirsgirêk hate ragîhandin jî encam nehat girtin. Di kawişa 5’emîn de ji sedî zêdetir girtî hebûn. Mirov li ser kursiyan radizan. Bi dorê radizan. Sedema çalakiyê yek jî ev bû. Me êrîşeke evqas cidî nedipayî, lê em li benda êrîşêke bûn.”
EZ JI JINAN MIRÎ NAXWAZIM
Otlu diyar kir ku li dijî pêkanînan qaişa dagir kirin û got: “Îsmet Kavaklioglu, Halîl Turker, Abuzer Çat, Umît Altintaş, Zafer Kirbiyik, Azîz Donmez, Habîp Gul, Ahmet Savran, Onder Gençaslan û Mahîr Emsalsiz wê şevê hatin qetilkirin. Serê sibê bû. kesekî got êrîş heye. Em rabûn. Li ber derî du bend û du derî hebûn. Ji bo ku nekevin hundir me du kesan bi derî girt. Lê leşkeran bi bombeyên gazê û kanceyan êrîş dikir. Me piştî birînên xwe fêm kir ku em bi kancayan dikişandin. Fatîme birîndar bû. Jixwe me nekarî tiştek bikira. Me got em agir berdin qawişê. Dema leşker ketin hundir me hemuyan bi hev girt. Bi çekan li serê me dixistin. Çekên xwe derxistin. Lê yekê bi rutbe got; ez ji jinan mirî naxwazim. Hedefa wan hevalên mêr bûn. Lîste amade kiribûn. Navê wan xwedin û hedef girtin. Em birin cihê hevdîtinê. Me me qebûl nekir li me dan. “
Otlu wiha got: “Ulucanlar di jiyana me de cihê wê pir cuda ye. Tiştên xerab û baş me jiya. Me êrîş dît, me berxwedan kir. Em keniyan û giriyan…Ulucan bi rastî jî li cihekî cuda dimîne. Piştî ez ji girtîgehê derketim ez pir di bin bandorê de mam. Ji ber ku me encam dizanibû. Bê guman me mirin û seqetî dizanibû. Ez niha di 26’ê îlonê de pir xerab dibim.”
ŞOPÊN PIR GIRAN LI SER ME HIŞT
Otlu da zanîn ku ji ber rojiya mirinê xesarên mezin li ser wê mane û got her tişt baş nayê hişê wê û got: “Piştî komkujiyê hema 19’ê kanûnê pêk hat. Lê der barê vê de tu tişt nayê hişê min. Meseleya di van operasyonan de bi ser 20 girtîgehan de girtine. Lê ez bi vegotinên hevalên xwe hîn bûm. Dewlet dibêje ev ji ber we pêk hatiye lê ne ji ber me ye. Ev êrîşên ku tên kirin di esasa xwe de ji bo çavtirsandinê tên kirin.
Ulucanlar di esasa xwe de pêvajoya amadekariyên Tîpa F bûn. Di hundir de her kesî dizanibû ku dê pêvajoya Tîpa F pêk bê. Lê yên yên derve nizanibûn û hê jî nizanin. Bandora êrîşa Ulucanlarê ya li ser civakê dewlet îqna kir û pêvajo berdewam kirin. Ji ber vê Ulucanlarê bandorek mezin li ser me kir.”
ÎDARÊ JI BO OPERASYONÊ ZEMÎNA MEŞRU AMADE KIR
Şahida Fatîme Akalin ku berxwedêra rojiya mirinê bû jî bi salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Akalin da zanîn ku girtîgeha Ulucanlarê ji bo wan cihekî cuda digire. Akalin da zanîn ku operasyon bi armanca îmhakirinê hatiye kirin û wiha got: “Kapasiyeta Ulucanlarê êdî têr nedikir. Girtiyên ji derve dianîn li qawişan cih digirin. Qawiş pir qelebalix bûn. Bi dehan carî me qawiş xwest lê nedan. Me pêşniyar dikirin yek nedihat qebûlkirin.”