Tundiya navmalî ya li dijî jinan dibe pirsgirêka taybet?

Tundiya navmalî ya li dijî jinan dibe pirsgirêka taybet?

Li Tirkiyeya ku rojê bi hindikayî pênc jin têne kuştin û di hemû qadên jiyanê de tundiya li dijî jinê xwe nîşan dide, dewlet bi polîtîkayên xwe yên ku bi rê ve dibe dijminatiya xwe ya li hemberî jinê careke dî radixe ber çavan. Xebatkara Weqfa Lihevxwedîderketina Jinê, Kahya, dibêje, rewakirina tundiya navmalê ya bi destê dewletê ve ne qadeke taybetî ye û wiha didomîne; ‘’tundiya li dijî jinê ya navmalî pirsgirêka hemû civakê ye.’’

Tundiya ku kana xwe ji cihêkirina jinê ya di nav civakê de distîne bi têrkirina îqtîdara serdest a mêr didome. Jina ku ji roja ji diya xwe dibe rastî cihêkariyê tê, ji hêla lêzimtirînên xwe ve, ji hêla kesê ku herî pir baweriya xwe pê tîne, mafê wê yê perwerdehiyê ji dest tê standin, wekî ku ev ne bes be bi zorê tê zewicandin û bi ser van de jî li tundiyê rast tê, tê kuştin. Tê dîtin ku gelek faktorên civakî dibine sedema tundiya navmalî ya li hemberî jinê, wê xwedî dike û rewa dike.

TUNDÎ LI MALÊ, DI MALBATÊ DE, DI ‘’HÊLÎNA GERM’’ DE DI BIN YEKDESTIYA MÊR DE YE

Xebatkara Weqfa Lihevxwedîderketina Jinê Latîfe Kahyaya ku ji ANFê re axivî bal kişand ser wê ku bi giştî sedema tundiya ku di civakê de rû dide wekî hejarî û herî pir jî kêmasiya perwerdehiyê tê pênasekirin, got ku; ‘’Lêbelê di navenda tundiyê de pergala patrîarkal/baviksalarî û berjewendiya mêran a ku ji vê distînin heye.’’

Kahya wiha derbirand; ‘’Tundî her roj bi ser me de tê. Hema bibêje bi hemû jinan re hîsa ku di quncikekê de hatine asêkirin peyda bûye.’’ Kahya bal dikişîne ser wê ku tundiya li ser jinê ne tenê di malê de, di nav malbatê de yanî ne tenê di qada taybet de, di hemû qadên jiyanê de rû dide, herwiha bal kişand ser desttêdayîn û destdirêjiya di binçavkirinan de jî pêk tê.

TUNDIYA NAVMALÎ DIBE PIRSGIRÊKA QADA TAYBET ?

Kahya derdibirînê ku tundiya navmalî ne rewşeke takekesî ye û bi awayekî rêxistinkirî li tevahiya civakê berbelav bûye û hatiye serifandin, wiha didomîne; ‘’Tundiya navmalî ya bi destê zilêm mekanîzmaya kontrolê ye. Di heman demê de rêbaza hêznîşandayîn û cezadayînê ye. Di pergala zayendîparêz de ku di nav rolên mêr û jinitiyê de de hatine dîlkirin ji jinê re rolên ‘’namûs’’ê, edebê, fediyê, hevjîna dildar, koleyê zewacê, dayika xwe li ser zarokên xwe kirî dimînin. Ji mêran re jî hêzdarî, cindîtî, nobedariya li ‘’namûs’’ê dimîne. Bi nêzîkatiya ku tundiya mêr a navmalî yan jî di têkiliyên hezkirinê wekî qada taybet tê dîtin yanî derveyî qada camewerî tê hiştin û derveyî rayaya hêlên sêyemîn; saziyên camewerî û parazvanên zagonan tê hiştin, tundiya navmalî dibe pirsgirêka qada taybet û tê rewakirin.’’

Kahya dibêje dewlet bi reformên ku dewlet hewl dide biafirîne, bi zagonan desthilatdariya mêr ji nû ve dîsa diafirîne û wiha didomîne; ‘’Ji ber sedema pergala ku mafê bikaranîna beden û jiyana me ji mêran re dihêle, ji bo ku em werin kuştin pêdivî bi tiştekî din nîne, jinbûyin bes e.’’

GAZINC DIVÊ LI KÛ WERIN KIRIN, ZAGON ÇAWA DIKARIN WERIN SEPANDIN?

Kahya dibêje, her çiqasî gelek jin tundiyê wekî tundiya fizîkî pênase bike jî, destnîşan dike ku her cure kiryarên cihêkar a di civakê de û xwe dispêrin zayendiyê di nav çawçoweya tundiyê de ye û binê wê xêz kir ku gelek jin nizanin bê li hemberî tundiya ku lê rast tên wê çi bikin. Kahya diyar kir ku jinên bi tundiyê re rû bi rû dibin dikarin serî li rêxistinên jinan bidin û rêxistinên wan di van mijaran de dikarin ji wan re bibin alîkar û di derbarê tiştên ku dikarin ku bikin de jî wiha got; ‘’Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû dibin, bi awayekî devkî divê serî li qereqolê, bi daxwaznameyê li dozgeriyê yan jî mahkemeyên malbatê bidin. Divê di mafên xwe yên zagonî de rikdar bin. Jinên ku rastî tundiya fizîkî hatibin jî divê ji nexweşxaneya herî nêz yan cihê tenduristiyê raporê bistînin. Beriya ku li navendên polêsxaneyan yan jî jandarmeyan jêgirt werin nivîsîn divê sewka Saziya Tiba Edlî were kirin û saziya ku serî lê hatiye dayîn li gel ewreqan divêji Dozgeriya Komarê re were şandin. Beriya ku şopên li bedenê winda bibin mieyine pir girîng e. ‘’

HEKE EM BIXWAZIN BIÇIN STARGEHEKÊ..

Rastiya ku li Tirkiyeyê rojê bi hindikayî pênc jin têne kuştin û piraniya van jinan ji hêla mêrên wan î ku ew ji malê avêtine têne kuştin, dîsa nîşan dide ku ji malê dûrxistina jinê ne rêbazeke çalak e ku bikaribe jinê biparêze û dewlet dijminatiyê bi jinê re dike. Xebatkara Weqfa Lihevxwedîderketina Jinê Latîfe Kaya, jinên ku pêrgî tundiyê hatin heke bixwazin biçin stargehekê divê serî li Muduriyeta Xizmetên Civakî ya bajarê ku lê dijîn bidin û ji wir daxwaz bikin ku ew werin sitirandin. Kahya got; ‘’Ji navendên lihevxwedîderketina jinê navnîşan û telefonên şêwirmendiya stargehan dikare were peyda ,kirin û jin ji van navendan hem ji bo xwe û hem jî ji bo zarokên xwe dikarin destekê bistînin. Li gel vê jî gelek navend desteka hiqûqî û psîkolojîk dabîn dikin. ‘’

MJS: DEWLET DIVÊ PÊŞÎ GUHÊ XWE BIDE JINA LI TUNDIYÊ RAST HATÎ

Li Tirkiyeyê gelek saziyên jinan ên li hemberî tundî û kuştinên jinan têdikoşin. Bertekên jinan ên li hemberî tundiyê jî dike ku tundî were dîtin.

Fadîme Çelebiya endame Meclîsa Jinên Sosyalîst(MJS) di nirxandinên xwe yên ku ji bo ANFê de got ku li hemberî tundiya ku her roj berbelav dibe divê rêxistinbûn pêk were. Dewlet qet giringiyê nade tundiyê û bi hişmendiya serdest a mêr polîtîkayên dijminatiyê jinê dikin, bi rê ve dibe.

Çelebiya ku dibêje divê tundî di zagonan de wekî sûc were nasîn, malên lihevxwedîderketina jinê werin vekirin, divê ji bo jinên ku li tundiyê rast tên derfetên kar werin çêkirin û kreş werin afirandin, wiha domand; ‘’Dewlet divê pêşî guhê xwe bide jina li tundiyê rast hatî. Divê diyardeya ‘’dewleta sosyal’’ were bi cih anîn. Çelebî derbirand ku jina ku ji hêla aborî ve hêzdar bibe dikare li hemberî tundiyê li ber xwe bide, weke MJS ew ji hêla hiquqî û siyasî ve jinên ku serî li wan didin diparêzin, rê nîşanî wan dikin, wan tevlî têkoşîna rêxistinkirî dikin û zorê li dewletê dikin ku rola xwe pêk bîne.