Tundiya mêr çav rijand!
Tundiya mêr çav rijand!
Tundiya mêr çav rijand!
Şengul Sezer ji ber lêdana hevserê xwe yê 6 sal in bi hev re ne, kor bû. Dayika zarokekê Şengul Sezer a 29 salî vê gavê tê parastin, lê belê li hemberî hevserê wê Ramazan Bozacioglû yê ji bo kuştinê lê da, tiştek nehatiye kirin.
Tundiya mêr a li dijî jinê ku li Tirkiyê sînoran nas nake, vê carê jinek kor kir. Mexdûra vê carê ya tundiyê dayika zarokekê Şengul Sezer a ji Ereglî ya Zongûldakê ye. Derket holê ku hevserê wê Ramazan Bozacioglû roja 8'ê Îlona 2013'an bi tundî li Sezer daye û çavên wê kor kiriye. Di rapora Tipa Edlî ya Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Tenduristiyê ya Zanîngeha Bulent Ecevît ku ANF'ê xwe gihandiye, Sezer hovîtiya lê rast hat bi vî rengî tîne ziman: "Ev 6 sal in hevserê min bi çoyê ji hesin û kulman li min dide. Ava kelandî rijand ser min. Hevserê min bi zorê bi min re ket têkiliya cinsî." Derba korkirinê jî Sezer bi van gotinan anî ziman: "Hevserê min bi hesin li rûyê min da, ava kelandî rijand ser min." Ev gotinên Sezer bi xwe nîşan did eku tundiya li dijî jinê gihaştiye kîjan radeyê.
AVA KELANDÎ RIJAND SER WÊ, JI BO KUŞTINÊ LÊ DA Û DEST AVÊTÊ
Li Tirkiyê ku li tundiya jinê her roj yeka din zêde dibe, bi qasî yên ronî dibin ewçend jî bûyerên di tarîtiyê de mane hene. Navnîşana vê tundiya mêr a veşartî jî navçeya Zongûldak Ereglî ye. Şengul Sezer dema di sala 2007'an de bi Ramazan Bozacioglû yê jê hez dikir reviya, nizanîbû ka çiyê bê serê wê.
Sezer ku bi hevserê xwe re Ramazan re xwedî zewaca dînî ye, ji roja destpêkê ve rastî tundiya hevserê xwe hat. Ji bo Şengul a dayika keçekê, piştî hevserê wê bêkar ma, jiyan hîn bêtir herimî. Şengul hem rastî tundiya hevserê xwe hem jî ya xesiya xwe hat. Ava kelandî bi ser wê de rijandin, bi ço û kulman lê dan û bi zorê hevserê wê dest avêt wê.
Ev tundî bi wê re sînorkirî nema, hevserê wê li keça wê ya 6 salî jî dest bi lêdanê kir. Her çend Şengul çend caran xwest xwe bikuje jî, lê li keça xwe fikirî û ji vê nêrîna xwe vegeriya. Lê di encama vê îşkenceyê de travmayeke giran derbas kir. Şengul a berî bizewice bi coş û heyecan bû, niha veguheriye jineke ku timî radizê, xewnên nebaş dibîne, bêdeng û bi êş e.
BI HESIN LÊ DA Û EW KOR KIR
Lêdana dawî jî bû derba dawî. Di 8'ê Îlona 2013'an saet di 24:00 de hevserê wê vê carê bi hesinan li ser çavê wê da û ava kelandî rijand ser wê. Li dû vê lêdanê Şengul rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ereglî û ji vê derê veguhestin Saziya Tipa Edlî ya ser bi Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Tenduristiyê ya Zanîngeha Bulent Ecevît.
Di rapora Saziya Tipa Edlî ya me xwe gihandê de diyar dibe ku Şengul Sezer rastî hovîtiyeke çawa hatiye.
HEVSERÊ KU JI BO KUŞTINÊ LÊ DA, SERBEST E!
Şengul Sezer a ku piştî vê tundiyê li malbata xwe vegeriya, hewl dide vê travmaya giran ji ser xwe biavêje.
Her çend Sezer giliyê Ramazan Bozacioglû kiribe jî, ev yek bi kêrî tiştekî nehatiye.
Dadgeriyê dîsa mêr parast. Derket holê ku Ramazan Bozacioglû yê bi lêdanê hevsera xwe kor kir, dest û milên xwe dihejîne û bi serbestî digere.
Der heqê vê rewşê de me agahî ji Dozgerê Komarê yê Ereglî agahî stend û dozgeriyê got, "Sezer ji Dadgeha Malbatê biryara tedbîrê xwestiye, îfadeya kesê bi navê Ramazan Bozacioglû hatiye girtin, lê belê sûcdarî qebûl nekiriye, Şengul Sezer jî li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Eregliyê diyar kiriye ku hevserê wê li wê daye, lê belê behsa detayan nekiriye." Balkêşe ku piştî em bi Dozgerê Komarê yê Ereglî re axivîn, dozgeriyê biryar da ku bersûc Ramazan Bozacioglû û diya wî Sadiye Ozbek bi zorê were anîn.