Tundiya li ser jinê û îstîsmarkirina zarokan hate şermezarkirin

Li dijî kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan li Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Bi daxuyaniya çapemeniyê kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan hate şermezarkirin.

Ji hêla aktivîstên TJA'yê ve li Wanê kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan hate şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Wekîlên HDP'ê Şevîn Çoşkun, Muazzez Orhan, Hevseroka  Bajêr a DBP'ê Ayla Tarhan, Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê hazir bûn.

'HER ROJ TUNDÎ LI SER WAN TÊ KIRIN Û TÊNE ÎSTÎSMARKIRIN'

Aktivîsta TJA'yê Havar Derya got, ''Li Tirkiyê hema hema her roj jin û zarok têne îstîsmarkirin û her roj dest davêjin wan. Desthilat (AKP) her çendî behsa mafê jinan û zarokan bike jî kirin û gotinên wê li hev nakin. Desthilatdar her roj behsa mafan dike lê her roj maf têne binpêkirin.''

Derya bi domdarî got, ''Bi gotina ''cezayê zêdetir'' hewl didin ku xwe li çavê gel şîrîn bikin lê hewldana zêdekirina bêcezakirinê, li şûna faîl nêzîktêdayina sûcdarkirina mexdûrê tacîz û êrîşa zayendî, tundiyê serwer dike.''

'HEMÛ JIN LI DIJÎ VÊ HIŞMENDIYÊ DIVÊ WERIN CEM HEV'

Derya herî dawî got, ''Em jin careke dî diyar dikin ku em ti caran vê tundiyê qebû nakin û li dijî vê em ê têbikoşin. Banga me wiha ye; pergala zilamserwer divê destê xwe li ser jin û zarokan bikişîne. Divê desthilata hişmendiya xwe biguherîne. Hemû jin li dijî vê hişmendiyê divê werin cem hev.''