Tundiya li dijî jinê li Komara Adîgeyê bi semînerekê hat nirxandin

Tundiya li dijî jinê li Komara Adîgeyê bi semînerekê hat nirxandin

Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adîgeyê, bi semînerekê tundiya li dijî jinê nirxandin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola jina Kurd di têkoşîna azadiyê de û hat gotin, "Êdî jina Kurd dizane hêza wê çiye û bi çî rengî xwe bi rêxistin bike."

Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, îro danê sibê di seat 10:00’an de bi mijara tundiya li dijî jinê semînerek lidar xistin.

Semîr ji aliyê Komîteya Jinan a Navenda Çanda Kurd a Agirî ya li Adîgeyê ve hat organîzekirin û endama Rêveberiya Navendê Dîlan Xalid ji beşdaran re tundiya ku jin lê rast tên û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê nirxand. 

Xalid di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li dijî jinê û ev nirxandin kir:
“Her roj bi hezaran jin bi tundiyê re rû be rû dimînin. Ji bo jin karibin xwe biparêzin ti maf jê re nehatiye dayîn. Di civaka serdest de hebûna jinê tine tê hesibandin. Ev yek dibe înkara hêza jinê. Di rojek wisa de ku li gelemperiya cîhanê tundiya li dijî jinê tê şermezarkirin, pêwîste jin ji vê tundiyê re bêje êdî bese. Pêwîstiya jinê bi rêxistinbûyînê heye. Ger jin xwe rêxistin neke nikare xwe azad bike, ger jin azad nebe jî nikare pêşî li tundiyê bigire. Li Rojhilata Navîn û cîhanê de jina Kurd êdî xwe naskiriye û êdî ew dizane çi dixwaze û xwe çawa rêxistin bike.” 

Semîner bi pirs û nîqaşên jinên beşdar bi dawî bû.