Tuncel: Divê jina Kurd xwe bêtir bi rêxistin bike

Tuncel: Divê jina Kurd xwe bêtir bi rêxistin bike

Meclîsa jinan ya BDP'ê ya Bagcilera Stenbolê li avahiya navçeyê xwarina fitarê da û avakirina meclisê îlan kir.

Parlementera BDP'a Stenbolê Sebahat Tuncel, endama Meclîsa Rêxistina BDP'ê Yuksel Mutlu, Însiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê, Meclîsa Giştî ya BDP'a Stenbolê û gelek hemwelatî tevlî xwarinê bûn. Ji bo protestokirina pêkanînên di 18 Gulana 1982'an yên li girtîgaha Amedê wêneyên kesên di girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Pankarta "Em berxwedana 14'ê tîrmehê silav dikin" hate vekirin. Salon bi alên BDP'ê hate xemlandin. Beriya xwarinê yek deqîqe ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.

Pişre Parlementera BDP'a Stenbolê Sebahat Tuncelî axivî. Tuncel diyar kir ku, hikûmetên ku li Tirkiyeyê hatine desthilatdariyê derbarê pirsgirêka Kurd de hertim eynî derew kirin û wiha axivî: "Pirsgirêka Kurd ne pirsgirê ka terorê ye. Berevajî vê pirsgirêka gele. Êdî gelê Kurd û tirk hîn bêtir tên beramberî hev. Li kolanan her nîqanên ku tên kirin, dibe serdema lînç kirina kurdan."

'BILA CIWAN NEÇIN LEŞKERIYÊ'

Tuncel anî ziman ku, ger ciwanên Kurd neçin leşkeriyê, dê Tirkiye ji bo artêşa xwe leşkeran nebîne û wiha domand: "Di artêşê de gelek zarokên Kurdan yên kedkar hene. AKP hemû kurdan weke terorîs dibîne. Ji BDP'ê re dibêje 'Were gel min li hemberî kurdan tekoşîn bide'. Lê em bi gelê xwe re tekoşîna azadiyê didin. Kurdên li Sûriyeyê dimînin ji 7'î salî heya 70'î salî bi rêxistinin. Em bang dikin ku kurdên li Tirkiyeyê jî hîn bêtir bi rêxistin binbin û bi vê rengî tekoşîna xwe bilind bikin."

'AKP'Ê JIN PAŞDE BIR'

Tuncel da zanîn ku, azadiya jinê bi tekoşîna rêxistinê pêkane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jinên Kurd hîn bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ji bo ku em tundiya jinê ji holê rakin pêwîste em hîn bêtir xwe rêxistin bikin. AKP'e dixwaze jinê ji nûve bi malê ve bide girêdan. AKP'ê jin kor kir û bê vîn hişt. Bi teybetî serok wezîra jin ya AKP'ê Fatma Şahîn vê polîtîkayê bi rêve dibe. Tenê dibêje 'Ji malên xwe dernekevin, neçin tu rêxistinan tenê li malê rûnin û 3 zarokan çêkin."