Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku hikûmeta AKP’e yek ji berpirsyariyên şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinan e. Tuncel da zanîn ku bila sedema mirina Dîlana 3 salî demildest bê aşkerakirin.
Parlamenter Tuncel der barê şîdeta li hemberî jinê û îstîsmara zayendî ya liser zarokan li Meclisa Tirkiyeyê civînek çapemeniyê li dar xsit.
Tuncel diyar kir ku di meha tebaxê de 16 jin hatine kuştin, 31 jin birîndar bûne, 18 jin rastî tecawîzê hatine û 11 jin jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Tuncel destnîşan kir ku şîdeta li hemberî jinê tu car ji rojeva Tirkiyeyê dernakeve û got ku ji bo vê mijarê de tu pêngav jî nayên avêtin.
Tuncel wiha got: “Dewlet tecawîzkaran diparêze û bi vî awayî jinan cara duyemîn mexdur dike. Hikûmeta di warê şîdet û kuştina jinê de berpirsyare. Tenê riyek heye ku ev şîdet rabe û ev jî tê vê wateyê ku divê qanûnên der barê wekevhiya jinê û mêr de bên danîn.”
Tuncel da zanîn ku herî dawî li navçeya Swêregê ya Rihayê zaroka sê salî Dîlan rastî îstîsmara zayendê hatiye û ji ber vê yekê miriye. Tuncel wiha got: “Lê dewlet hewl dide ku van îdiayan binixûmîne. Îdiayeke bi vî rengî bi tena serê xwe wehşet e. Rayedarên dewletê li şûna ku vê aşkera bike vedişêre. Girteke doktorê servîsa lezgîn û tabîbê edlî yê nobedar hatiye veşartin û ev jî gumanan zêde dike.”