Tûgay Tûrgût hevjîna xwe û diya wê qetil kir

Li navçeya Gazîosmanpaşayê Tûgay Tûrgût, hevjîna xwe Zeynep Tûrgût ya ku dixwest hev berdin û diya wê qetil kir.

Li Taxa Gazîosmanpaşa ya Stenbolê Tûgay Tûrgût, hevjîna xwe Zeynep Tûrgût ya ku dixwest hev berdin û diya wê Nedîme Dînçer bi çekê qetil kir.

Di bûyera ku li Taxa Baglarbaşiyê qewimî de Zeynep Turgut diyar kir ku dixwest ew  û Tûgay Tûrgût ê ku bi awayekî sîstematîk şidetê li wê dike, berde. Li ser vê yekê Tûgay Tûrgût pêşî dayika Zeynep Tûrgût bi çeka ku bi xwe re anîbû qetil kir. Piştî ku Zeynep Tûrgût bi rêya KADES’ê Tûgay Tûrgût îxbar kir, vê carê jî Tûgay Tûrgût, Zeynep Tûrgût gulebaran kir. Tûgay Tûrgût piştre hate destgîrkirin.

Komên tendirustiyê yên ku ketin hundirê malê, diyar kirin ku Nedîme Dînçer jiyana xwe ji dest daye. Zeynep Tûrgût, xwişka wê Ayşe Kiyak û hevserê wê Ûmût Kiyak yên birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyê.

Zeynep Tûrgût tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku rewşa Ayşe Kiyakê jî giran e.

Tûgay Tûrgût piştî kar û barên nexweşxaneyê, sewqî edliyê hate kirin û hate girtin.