TŞYJ: Em di 1'ê Gulanê de hêza şoreşger a li dijî faşîzmê geş bikin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) di serî de li jinan, 1'ê Gulanê li hemû gundî-karker û kedkaran pîroz kir.

TŞYJ'ê di daxuyaniyê de Cejna 1’ê Gulanê weke roja sembolîk a têkoşîna sosyalîzm, demokrasiyê û azadiyê nîşan da û got, "1'ê Gulanê cejna Karker û Kedkaran li hemû gundî, karker, li gelê me yê kedkar pîroz be."

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA Û ŞENGALÊ

TŞYJ'ê bi berdewamî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşa 25’ê Nîsanê ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava-Şengalê pêk anî û got: "Di salvegera 102'an a qirkirina Ermenan de bi ser Rojava û Şengalê de êrîşên hewayî pêk anîne. Bi vî rengî operasyona ku têkçûna xwe ji rojevê derxînin û rojevê berevajî bikin dane destpêkirin."

TŞYJ'ê li ser êrîşên li ser Rojava û Şengalê bi domdarî wiha got: "Tam jî di salvgera qirkirina Ermenan de pêkanîna êrîşê tê maneya israra polîtîkayên qirkirinê ya li dijî gelan" û diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû hêzên demokrasiyê ye.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM HÊZA ŞOREŞÊ MEZIN BIKIN

TŞYJ'ê herî dawî bang kir ku her kes 1'ê Gulanê derkeve qadan û wiha got: "Em TŞYJ bang li hemû mirovên xwe yên bihistyar, şoreşger, niştimanpewer, jinan dikin ku bi têkoşîna xwe kuçeyan vala nahêlin, li hemû devera ku lê ne, bi rengekî ku şayanî 1’ê Gulanê be, 1’ê Gulanê pîroz bikin, em bang dikin hêza şoreşê ya li dijî faşîzmê xurt bikin."