Keskîn: Divê Nîmet Tanrikûlû jî wek Remzî Çalişan bê tehliyekirin!

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ji bo tehliyekirina mafparêz Nîmet Tanrikûlû serlêdan kir û got “Divê Nîmet jî wekî sendîkavan Remzî Çalişkan ji dosyaya “Endamtiya Rêxistinê” ku jê re hewceyî lêpirsînê nîne hatiye dayîn, serbest bê berdan.”

EREN KESKÎN

Nîmet Tanrikûlû ji 26’ê Mijdara 2024’an ve bi awayekî kêfî û derhiqûqî tê girtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ ê Eren Keskîn diyar kir ku divê Tanrikûlû jî wekî Çalişkan serbest were berdan. Keskîn diyar kir ku dema ku Tanrikûlû hat binçavkirin, li qereqolê polîsan bi hinceta biryara nepeniyê agahî nedan û miameleyeke cuda li me kirin. Ji ber ku navenda operasyonê Enqere bû, piştî 5-6 saetên li Qereqola Atakoyê, Nîmet anîn Emniyeta Enqereyê û derxistine pêş dozgerî. Kesîn her wiha anî ziman ku gelek sendîkavan û siyasetmedarên DEM Partiyê li Şûbeya TEM’ê bi qasî sê rojan rastî şîdeta derûnî û gefan hatine.

‘DI DOSYAYÊ DE JI XEYNÎ ÎFADEYÊN ÎTÎRAFKAREKÎ TIŞTEK NÎNE’

Keskîn anî ziman ku tiştên ku Tanrikûlû ji ber wan tê tewanbarkirin vala ne û wiha domand: “Tanrikûlû ji ber dîmeneke pevçûnê ya ku ne bi telefona wê xwe de hatiye dîtin tê sûcdarkirin. Lê jixwe her kes dikare li ser înternetê xwe bigihîne vê vîdeoyê. Sûcdariya duyemîn jî li gor îfadeya îtîrafkarê bi navê Kerem Gokalp hat kirin ku li Gokalp, Tanrikûlû ji bo kovarê bi Nûrettîn Demîrtaş re hevpeyivîn kiriye. Derbarê vê îdîayê de jî ne dengek ne wêneyek ne jî delîleke din tune ye. Herî dawî parvekirina wêneyê Seyîd Riza wek sûc hat nîşandan. 

‘TU DELÎL TÊRA TEWANBARIYA ENDAMTIYA RÊXISTINÊ NAKE’

Keskîn bi bîr xist ku ji bo lêpirsîna berî niha ya ku bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê Tanrikûlû de hat vekirin, biryara neşopdariyê hat dayîn. Lê tevî ku wan ev yek hemû pêşkêşî dadgeriyê kirine jî dadgeriyê guh nedaye van tiştan. Keskîn bal kişand ser cudakirina dosyaya Tanrikûlû ya ji sendîkavanên din û diyar kir ku 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara bêrayetiyê daye û dosya şandiye Stenbolê. Keskîn herî dawî wiha axivî: “Ji 30 salî zêdetir e Nîmet di nav tevgera mafên mirovan de cih digire û heta niha nehatiye ferqkirin ku endama rêxistinê ye. Ma tişteke wiha dibe? Bi ser de behsa dema pêvajoya aşitiyê dikin. Bi ser de 11 sal derbas bûne. Ma piştî 11 salan ev însan tê girtin? Tevî ku tu tişt bi rayedarên dewletê yên ku di pêvajoya çareseriyê ya berê de cih girtine nayê, parlamenterên HDP’ê yên ku wê demê xebitîn bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Doza Koabniyê yek ji van dosyayan e. Îro jî behsa pêvajoyeke heman tê kirin, lê divê em bipirsin gelo ma dê siberoj heman bêhiqûqî were kirin? Em hêvî dikin ku Nîmet di danişîna yekem a ku 4’ê Adara 2025’an wê li Dadgeha Cezayê Giran a de were dîtin, serbest were berdan.”