Peymana ku 15'ê Çileyê roja Çarşemê ji aliyê Serokwezîrê Qatarê û Serokê DYE'yê Joe Biden ve hate fermîkirin, wê ji roja Yekşemê û pê ve bikeve meriyetê.
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu de hate ragihandin ku di mijara agirbestê û pevguhertina mehkûman de hîn hin detay hene ku divê bêne çareserkirin, lê belê li bendê ne ku ev peyman 'îro êvarê' bi encam bibe.
Êvara Çarşemê Serokwezîrê Qatarê û Joe Biden bi civînên çapemeniyê detayên peymanê parve kirin. Hate ragihandin ku Qatar, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) wê pêvajoya agirbestê bişopînin.
QONAXA DESTPÊKÊ
Qonaxa destpêkê ya peymanê wê 19'ê Çileyê roja Yekşemê destpê bike û 42 rojan dewam bike. Di vê demê de Hamas wê 33 Îsraîliyên dîlgirtî ku jin, zarok, extiyar û birîndar di nav de ne, berde. Di berdêla vê yekê de jî Îsraîl wê hin Fîlîstîniyên li girtîgehan berde.
Serokê DYE'yê Joe Biden diyar kir ku ev qonax wê şeş hefteyan dewam bike û dîlgirtiyên Emerîkî jî wê bêne berdan. Serokwezîrê Qatarê Şêx Mûhammed bîn Abdulrahman Al Thanî anî ziamn ku di qonaxa destpêkê de herikîna alîkariya mirovî ya ji bo hemû herêmên Xezeyê wê bêne zêdekirin, navendên tenduristiyê û firin ji nû ve bêne xebitandin. Her wiha wê ji bo mirovên ji ber şer bê mal mane, sotemenî û malzemeyên pêwîstiya bingehîn bêne şandin.
QONAXA DUYEMÎN
Di qonaxa duyemîn a peymanê de tê xwestin, agirbesta demkî veguhere 'aştiyeke mayinde'. Joe Biden got, di vê qonaxê de wê hêzên Îsraîlê bi temamî xwe ji Xezeyê vekişînin û hemû dîlgirtiyên sax bêne berdan. Biden diyar kir ku danûstandinên navbera qonaxan zêdeyî şeş hefteyan dewam bikin jî wê agirbest dewam bike.
QONAXA SÊYEMÎN
Di qonaxa duyemîn de jî cenazeyên dîlgirtiyên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan wê radestî malbatên wan bêne kirin. Ji bo herêmê jî wê planeke jinûve avabûnê ya berfireh bê nirxandin. Biden got, "Ev peyman pêvajoyeke hêsan nîne, lê belê ji bo Xezeyê em ê pêvajoeyek jinûve avakirinê ya mezin bidin destpêkirin."