Tosûn: Em neferên Sakîneyan e

Parlamenter Tosûn bi bîr xist ku komkujiya Parîsê 7 sal in nehatiye ronîkirin û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê komkujiyên nû hatin kirin. Tosûn diyar kir, heta cezakirina kiryaran wê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em nefederên Sakîne û Sêvêyan e."

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn di salvegera 7'an a qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li paytexta Fransa Parîsê, ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku bi komkujiya Parîsê re êriş li jinan hemûyan hatiye kirin. Tosûn komkujî şermezar kir û diyar kir ku ew bi rêzdarî bejna xwe li ber şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ditewîne. Tosûn diyar kir, polîtîkaya bêcezahiştinê li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe û destnîşan kir ku ev rewş bi giranî dibe sedema zêdebûna kuştina jinan.

Tosûn bi bîr xist, piştî qetilkirina sê şoreşgeran li Silopiyayê jî ku hatibû dorpêçkirin, siyasetmedarên BDP'î Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Tosûn bal kişand ser qetilkirina Hevrîn Xelef a li Rojava ji aliyê çeteyên OSO û got, nixumandina komkujiyan dibe sedem ku komkujiyên nû bên kirin.

'DIXWAZIN ÇAVÊ JIN ÊN TÊKOŞER BITIRSÎNIN'

Tosûn ragihand, çi li Parîsê, çi li Silopiyayê çi jî li Rojava; jinên hatin qetilkirin hemû ew kes bûn ku pêşengî ji tevgera azadiya jinê re dikirin, israra azadiyê digihandin her derê, lewma armanc ji qetilkirina wan ew bû ku çavê jin ên têkoşer bitirsînin. Tosûn anî ziman ku polîtîkayên dewletê yên ku dijminatiyê li jinan dikin, dibin sedema lawazkirin an jî kuştina jinan û got, ji kuştina jinan heta bi krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê ya bi desteserkirina şaredariyan, di bingeha her tiştî de ev polîtîka heye.

Tosûn ragihand, bi polîtîkaya bêcezahiştinê re ev pirsgirêk hatiye girankirin û destnîşan kir, heta ku komkujî neyên ronîkirin û kiryarên eşkere neyên darizandin, wê jiyana jinan ne ewle be. Tosûn diyar kir, li pişt her bûyereke kuştina jinê bûyereke din a kuştinê heye ku hatiye nixumandin û bêceza hatiye hiştin. Tosûn got, "Em dixwazin kujerên Sakîneyan, dayika Taybet, Ekîn Wan bên cezakirin. Eger kujerên Sakîne, Fîdan û Leylayan hatibûna cezakirin wê Sêvê, Hevrîn Xelef û yên mîna wan nehatibûna qetilkirin."

Tosûn got, lewma komkujiya Parîsê li dijî jinan hemûyan hate kirin û heta ku bi dengekî bilind hesab ji kiryaran neyê pirsîn wê qirkirina jinê dewam bike. Tosûn anî ziman, ne 7 sal lê gelek salên din jî di ser re derbas bibin jî wê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî kiryarên komkujiyên jinan bernedin û got, "Bila vê yekê baş zanibin ku em neferên Sakîne û Sêvêyan e. Em ê hewldan û têkoşîna xwe bidomînin ku dengê jinan li siyasetê û her qadê bidin bihîstin. Çi dibe bila bibe em ê hesab ji kiryaran bipirsin û heta ku hemû bên cezakirin em ê li pey vî karî bin. Divê jin hemû dest bidin hev û pêşî li kuştina jinan bigirin."