TJKE, plansaziya 8'ê Adarê aşkera kir

TJKE da xuyakirin ku di sala 2014'an de jin hîn bêhtir rastî şîdet û komkujiyê hatine, lê belê berxwedana Tevgera Jina Azad a Kurdistanê, rê li ber hişyarî û hişmendiya jinê vekiriye.

TJKE da xuyakirin ku di sala 2014'an de jin hîn bêhtir rastî şîdet û komkujiyê hatine, lê belê berxwedana Tevgera Jina Azad a Kurdistanê, rê li ber hişyarî û hişmendiya jinê vekiriye. TJKE bernameya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê weşand.

Desteya Rêveber a Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) plansaziya xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di sala 2014'an de zêdebûna şîdet, komkujiya li hemberî jinê û polîtîkayên xizaniyê bûne sedem ku pêwîstî û lêgerîna bindestan a li azadî, wekhevî û demokrasiyê mezin bibe.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî jinê û êrîşa li Parîsê ya li hemberî kovara Charlîe Hebdo.

'RÊ LI BER HIŞYARÎ, HEVPARÎ Û ZANEBÛNA JINÊ VEKIR'

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Jina Azad a Kurdistanê ya li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê di 30 salên dawî de xwe birêxistin kir, zane bû û hêza parastina cewherî afirand, di sala 2014'an de li Şoreşa Rojava, Şengal û Kobanê ji aliyê dîroka azadiya jinê ve destketî û berxwedanên mezin afirandiye û hat gotin, "Bi ruhê berxwedanê yê 8'ê Adarê re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşiya û derb li wan xist. Vê bexwedanê ji bo jinên cîhanê rê li ber hişyarî, hevparî û zanebûnê vekir. Di serî de jinên li Rojhilata Navîn hemû jin ber bi berxwedan, rêxistinbûyîn û serketina parastina cewherî ve bir. Lewma Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê 8'ê Adarê ya 2015'an di kesayetiya jinên li Şengal û Kobanê de diyarî hemû jinên berxwedêr kiriye."

'SÎSTEMA ALTERNATÎF A JINAN TÊ AVAKIRIN'

TJKE ragihand ku di rewşa heyî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn şoreşa jinê tê jiyîn û hat gotin, "Jinên Kurd êdî gavên qutbûna herî radîkal ji sîstema mêtînger a kapîtalîst diavêjin, modela sîstema jiyaneke alternatîf diafirînin. Lewma sîstema sîstema kapîtalîst, sîstema bi serdestiya mêr a ji xwe re DAIŞ dibêje, ewçend bi hovîtî êrîş dike. Lê belê bersiva me wê bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiya civakî ya bi pêşengiya jinê be. Weke jin, em ne tenê sîstema bi serdestiya mêr teşhîr dikin, di heman demê de em modela sîstema alternatîf ava dikin. Bersiva herî rast û bedew a li ruhê 8'ê Adarê ev e."

ÇALAKIYÊN DI NAVBERA 1-6'Ê ADARÊ DE BÊN LIDARXISTIN

Desteya Rêveber a TJKE di peyama xwe de got, "Di serî de jinên Rojhilata Navîn em bi hemû jinên li Ewropa, Amerîka, Afrîka û Asyayê re li ser vê bingehê 8'ê Adara 2015'an pêşwazî dikin û diyar kir ku wê di navbera 1-6'ê Adarê de li van cihan çalakî bên lidarxistin: "Di 1'ê Adarê de bi organîzeya Meclîsa Jinê ya Sara ya Bonnê şevek bê lidarxistin, di 1'ê Adarê de li Londonê saet di 14:00 de li Manor Houseden Wood Green meş, li Hagenê bi mijara 8'ê Adarê panel, di 2'ê Adarê de li Hannoverê ji bo biyaniyan panekel wê were lidarxistin. Di 5'ê Adarê de li Londonê wê li Navenda Çandê ya Tohûm, li Stoke Newingtonê dokûmantera bi navê 'Olum Elbisesi-Kumalik' a ji aliyê Mujde Arslan ve hatiye nivîsandin bê nîşandan. Di 6'ê Adarê de li bajarê Kanada Torontoyê bi beşdariyeke xurt şevek û bi rêxistinên jinan ên Belçîkî re li paytext Brukselê wê meşeke hevpar bê lidarxistin.

7'Ê ADARÊ

Plana 7'ê Adarê bi vî rengî ye:

"Li Londonê saet di 12:00 de bi organîzeya Million Women Rise wê ji Oxford Streetê meş destpê bike. Bi beşdariya ji Frankfurt û Darmstadtê wê meşek li Franfurtê, li herêmên Saarbrucken û Giessenê meş, li herêma Nurnbergê meş û mîtîng, li komeleyê jî şahî, li bajarê Habmurgê meş û mîtînga hevpar a komên cuda yên jinan, li Hannoverê bi hevkariya Meclîsên Ronahî û Jinên Êzidî meş û mîtîng, li herêma Stuttgartê mîtînga tora jinê, li Freiburgê meş û mîtîng (Di 8'ê Adarê de jî şev), li Kolnê bi rêxistinên jinên biyanî re meş û mîtîng, li herêma Wupptertalê meş û mîtîng, li Dortmundê meş û mîtînga bi pêşengiya meclîsa jinê ya li Hagenê û Meclîsa Jinê ya Rozgerîn, Li Essenê bi hevkariya rêxistinên jinê meş, li Duisburgê mîtîng, li Bonnê mîtînga Meclîsa Jinê ya Sara, li Viyana meş, li Brukselê mîtînga hevpar a bi Platforma Jinê ya 8'ê Adarê, li bajarê Awûstûralya Syndenyê çalakiya kombûna bi jinên biyanî re li Komeleya Çanda Kurd, bi beşdariya jinên YNK'yî saet di 16:00 de li Komeleya Den Haagê şahî, wê werin lidarxistin."

8'Ê ADARÊ

TJKE der barê çalakiyên 8'ê Adarê de jî ev agahî da:

"Di 8'ê Adarê de li Londonê saet di 19:00 de li Navenda Civaka Kurd a Haringeyê panela bi mijara 'Ji Rojava heta Ewropayê Destketî û Berxwedana Jinê' wê were lidarxistin. Wê Berfîn Hêzil, Hatîce Guden û Ferîde Kûmbasar beşdarî panelê bibin. Heman şevê wê şevek bê lidarxistin.

Saet di 14:00 de li Amsterdamê jinên femînîst, kedkar û saziyên jinan ên Hollandî bi hev re meşekê pêk bînin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bonnê wê panel lidar bikeve. Li Heilbronê wê li komeleyê pîrozbahiyek were lidarxistin. Li Karlsruhe şev, li Mannheimê jî wê panelek were organîzekirin. Li Berlînê meş û mîtînga komên cuda yên jinan wê hebe. Li Bodenseeyê li du qadan wê meş pêk were, li Munchenê jî şev û meş wê werin lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk wê li Ludwigshafenê panelekê pêk bîne. Li Viyana jî wê şevek hebe.

Li Swêdê jî saziyên jinan ên Swêdî wê meş û mîtîngeke hevpar lidar bixin, li bajarê Awûstûralya Sydneyê meşa hevpar a jinan, li Komeleya Çanda Kurd a Qibrisê jî bi beşdariya jinên Qibrisî şahiyek bê lidarxistin.

Li bajarê Kanada Torontoyê, bi beşdariya biyaniyan wê konferansek pêk were. Di vê konferansê de wê koledariya jinê ya nûjen a di sîstema kapîtalîst de were nirxandin.

Saet di 13:00 de li Mulhause meş, li Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê û sat di 14:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Strassbourgê wê şahî werin lidarxistin.

Li herêmên Paris1, Paris2, Evry, Creil, Normandiya û bi beşdariya rêxistinên cuda yên jinan saet di 14:00 de wê li Meydana Republique meş were lidarxistin.

Bi hevkariya Collectif Solidarite Feministe Kobane resepsyona 8'ê Adarê; di heman demê de bi navê 'Hunermendên jin ji bo Kobanê distirên' wê saet di 18:00 de li Paris Culturel Center li navnîşana 16 Rue D'engien 75010 konser bê dayîn.

Ji Bern, Zurich û Baselê wê ji beşdarî meşa li Baselê bibin. 

11-12'Ê ADARÊ

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê di 11'ê Adarê de beşdarî li sempozyûma 8'ê Adarê ya sendîkayan a li bajarê Awûstûralya Sydney û di 12'ê Adarê de li çalakiya jinên Fransî ya li Marsîlyayê beşdarî were kirin.

Her wiha Buroya Aştiyê ya Jinan CENÎ jî bi wesîleya 8'ê Adarê wê li bajarên Bremen, Mannheim û Dusseldorfê beşdarî semînerên jinên Elman bibe.