TJKE ji bo çalakiyên Kobanê banga tevlîbûnê kir

TJKE ji bo çalakiyên Kobanê banga tevlîbûnê kir

TJKE bang li jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî çalakiyên ji bo Berxwedana Kobanê bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku li hemberî rewşa li Kobanê kes bêdeng nemînin û beşdarî çalakiyên ji bo berxwedanê bibin.

TJKE got, "Beşeke mezin a êrîşên çeteyan ku ji 15'ê Îlonê û vir ve li eniyên bakur, rojhilat û başûr ên Kobanê tên meşandin, di encama berxwedanê de hatiye rawestandin" û destnîşan kir ku têkbirina Kobanê bi dorpêçiya ji sê aliyan ve, projeyeke hikûmeta AKP'ê ye ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hewl tê dayîn bicih were anîn.

TJKE da zanîn ku bi xistina Kobanê re Komara Tirkiyeyê dixwaze herêma tampon ava bike û dûre jî kantonên din hedef bigire. TJKE diyar kir ku Tirkiye bi vê yekê re dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne û got, "Ev plan vê gavê hatiye sekinandin, lê belê ne guheriye.

Du destûrnameyên şer ên dewleta Tirk dixwaze di rojên pêş de bi meclîsê bide qebûlkirin û mikurhatina li berfirehiya van destûrnameyan nîşan dide ku xwedî armanca avakirina herêma tampon e. Ji bo vê yekê jî bi deh hezaran Kobaniyên sivîl kişandiye Bakurê Kurdistanê, bi zanebûn nûçeyên li ser dagirkirina Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve belav dike û hewl dide di nava gel de rê li ber panîkê veke. Bi vê yekê re dixwaze ji bo herêma tampon bingehê amade bike."

TJKE da xuyakirin ku divê li dijî êrîşên li hemberî Kobanê li her deverê û di her kêliyê de çalakî bên lidarxistin û got, "Bi van êrîşên li dijî destketiyên Kurdan re dixwazin derbê li têkoşîna me bixin, polîtîkayên qirkirina gelê me bimeşînin û projeya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo dixwaze pêk bîne, vala derxînin. Li pêşberî van êrîşan weke Tevgera Jinên Kurd divê em bêdeng nemînin û berxwedana li Kobanê xurtir bikin."

TJKE banga tevlîbûneke xurt li çalakiyên li gelemperiya Ewropayê kir.

Li gorî vê yekê, çalakiyên bi pêşengiya TJKE bên lidarxistin ev in:

"Di 25-26-27'ê Îlonê de li bajarê Fransa Strasbourgê çalakiya kon a 3 rojan û meş

Di 26-27-28'ê Îlonê de li ber Parlamenta Neteweyî ya li bajarê Hollanda Den Haagê çalakiya kon.

Di 1'ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Kolnê bi beşdariya ji bajarên Koln û Bonnê zincîra ji mirovan.

Di 2'ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê li ber Parlamenta Eyaletê bi beşdariya ji Dusseldorf, Duisburg û Essenê çalakiya rûniştinê.

Di 6-7'ê Cotmehê de li ber stasyona trenê ya navendî ya Essenê çalakiya kon.

Di 11'ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Aachenê meş."

Li gorî daxuyaniyê wê çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê dewam dike di 30'ê Îlon- 1 û 2'ê Cotmehê de ji aliyê TJKE ve bê meşandin.