TJKE: Divê jinên Kurd bi hêzeke mezin tevlî çalakiyên Rojava bibin
TJKE: Divê jinên Kurd bi hêzeke mezin tevlî çalakiyên Rojava bibin
TJKE: Divê jinên Kurd bi hêzeke mezin tevlî çalakiyên Rojava bibin
Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Jinên Kurd ên Ewropayê kir ku bi hêzeke mezin tevlî çalakiyên ji bo Kobanê û Rojava pêk tên bibin.
TJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DAIŞ dixwaze têkoşîna demokrasî û azadiya jina Kurd darbe bike û wiha berdewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî gelê Kurd, hemû mirovahî bûye tehdît e. Xiristiyan, Êzidî û Misliman ji hev cuda nekiriye û gelê me qetil kiriye, jinên me qetil kirin, ji ser axa wan koçber kirine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 15’ê Îlonê û vir ve li Kobanê hovîtiya xwe dîsa xistiye dewrê û wiha pêde çû: “Komkujiyeke din ya wek Şengalê ferz dike. Heta îro YPG û YPJ’ê li dijî wan berxwedaneke mezin nîşan daye. Hêzên parastina gelê me berxwedaneke mezin nîşan dane û hêzên cîhanê jî li dijî van çeteyan bêdeng dimînin. Dibêjin em ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê mudaxale bikin lê tu tiştek nekirine û li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bêdeng dimînin. Li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê helwest nayê girtin.
Berxwedana me ya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê dê bilind bibe. Dîsa li dijî vê berxwedanê li şûna ku piştgirî bê dayîn, bêdeng dimînin û hinek dewlet polîtîkayên durû nîşan didin. Em van dewlet û hêzan şermezar dikin.
Em bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, hemû dostên xwe dikin ku van polîtîkayên durû protesto bikin û piştgiriyê bidin hêzên parastina gel. Em bang dikin ku dewletên YE’yê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya şênber bidin berxwedana Kobanê û Kurdistanê. Em li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê dengê xwe li her derê bilind bikin.
Em wek jinên Kurd ji bo piştgiriya raya giştî ya Ewropayê bigirin, meş û mîtîngan pêk bînin. Em hewl bidin ku bila rêxistinên civaka sîvîl piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. “