TJKE danezana encamê ya kongreya damezrandinê weşand
TJKE danezana encamê ya kongreya damezrandinê weşand
TJKE danezana encamê ya kongreya damezrandinê weşand
Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJKE), danezana encama kongreya xwe ya damezrandinê ku di 1'ê Mijdara 2014'an de bi beşdariya 150 delegeyan li bajarê Hollanda Den Haagê pêk anî, weşand.
Di danezanê de hat ragihandin ku kongreyê polîtîkayên mêtinger, serdest û dewletparêz ên modernîteya kapîtalîst li ser gelan, bawerî, jin, xweza û hêzên demokratîk dimeşîne hatine nirxandin û li ser modela civaka alternatîf a bi rêxistinbûyîn û sîstema demokratîk konfederal a jinê bê afirandin, hatiye rawestîn.
Di dewama danezanê de wiha hat gotin: "Di kongreyê de hatiye nîqaşkirin, ku ji bo dîtin, fêmkirin, nûbûn û pêşketina pêwîstiya guherînê ya civakê, li gel analîzkirina mercan, avakirina qada civakî li ser bingehên demokratîk û xurtkirina vê qadê bi exlaqê azad, girîng e. Tespît hatiye kirin ku li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê û demokratîk-ekolojîk, sîstemeke xwedî vîn, hêza cewherî û têgihiştina jinê ya xweser, bê hûnandin."
Di danezanê de hat destnîşankirin ku Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ya ji xwe re avakirina neteweya demokratîk esas digire, modeleke civakî ya ku civak lê rêxistinbûyîna xwe ya polîtîk û exlaqî bi awayekî azad ava dike, wekhevî û azadiya civakî lê pêkan e, destnîşan dike û hat ragihandin ku di vê modelê de ya esasî jina azad û civaka demokratîk e. Di danezanê de hat diyarkirin ku jin bi vê modelê re dikare rêxistinbûyîna xwe ya xweser a li qadên siyasî, civakî, çandî, aborî, hiqûqî, ekolojîk, etîk, estetîk û dîplomasiyê xurt ava bike û saziyên xwe mayînde bike.
Di danezanê de hat gotin, "Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, weke model; komunan, kooperatîfan, ocax û meclîsên jinan, kongre, konferans û civatên giştî yên jinan, akademiyên jinan ên azad, navendên jinan û weqfan li qada herêmî û navneteweyî li ser bingeha tevneke xweser bi rêxistin dike.
Di danezanê de hat destnîşankirin, ku TJKE li ser bingeha "Biryarên der heqê jinê de ji aliyê jinê ve tê girtin" komun û meclîsan weke hêmanên bingehîn ên sîstema konfederal a demokratîk dibîne û wiha hat gotin:
"TJKE, ji bo ji aliyê hejmar û wesfê ve pêkhateyên endam zêde bike, tevna rêxistinbûyîna jêrîn berfireh bike, xebatên xweser ên di nava girseyê de birêxistin bike, siyaseta jinê ya demokratîk û rewşa wê ya çalakiyan bi pêş ve bibe û bi pêşengiya jinê qada aboriya komunal veguherîne saziyê, komîteyên xebatê ava dike.
Meclîsên jinan, înîsiyatîfên jinan, komun, navend, weqf, organên çapemeniyê, baskên partiyên siyasî yên jinan, rêxistinbûyînên jinan ên xweser, komên baweriyan, saziyên dîplomasî, aborî, perwerde çand û sporê, bi nasnameyên xwe hukmê şexsî dibin endamê TJKE.
Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), em ked û xeta azadiya jinê ya rêxistinbûyîna destpêkê ya jinên Kurd a li Ewropayê YJWK û nirxên femînîst ên cîhanê weke mîrateya xwe qebûl dikin û careke din destnîşan dikin ku em ê li ser van nirxand bi biryardarî jiyana azad a rizgariya jinê ava bikin û di nava civakê de van nirxand temsîl bikin.
Kongreya me diyarî berxwedêrên li Şengal û Kobanê yên li dijî qirkirin û qirkirina zayendî li ber xwe didin û têkoşîna parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin, hatiye kirin. TJKE li dijî destavêtin û komkujiyên li Şengal û Ukraynayê tên serê jinan, bang li hemû jinên li gelemperiya cîhanê dike ku li dijî sîstema baviksalariyê bi dirûşma 'Ne sibê, niha' di platformên hevpar de bicivin, piştevaniya hev bikin, rêxistinbûyîn û çalakiyan lidar bixin. "
Di dawiya danezana encamê de hat gotin, "Bi coşa kongreya damezrandinê ya TJKE re, di serî de jinên Kurd ên têkoşer ên li Kobanê, Şengal û tevahiya Kurdistanê bûne hêviya mirovahiyê, em hemû jinên di oxira jiyana azad de têdikoş in, silav dikin."