TJKE bi kampanyayeke nû dest bi sala nû dike
TJKE bi kampanyayeke nû dest bi sala nû dike
TJKE bi kampanyayeke nû dest bi sala nû dike
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) da xuyakirin ku kampanyaya ku di 20’ê Kanûnê de ji aliyê YJA’ê ve hatiye destpêkirin wê ji aliyê wan ve li Ewropayê di despêka sala 2014’an de bê destpêkirin û got; “ Ji bo kampanyaya nû hatiye destpêkirin bi serketî bi rêve biçe, em bang li hemû jinan dikin ku li ser bingeha Meclîsên Jinan, Komînan û Kooperatîfan xwe birêxistin bikin."
Yekitiya Jinên Azad (YJA) di 20’ê Kanûnê de bi şiyara “Di bin pêşengtiya jinê de, di xeta Rêber Apo de jiyana azad û avakirina Neteweya Demokratîk” kampanya dabûn destpêkirin.
Baskê Kampayayê yê Ewropayê; Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) di der barê mijarê de daxuyaniyekî nivîskî weşandin.
TJKE’ê dîroka jinê ya civakbûnê bi bîrxist û diyar kir ku serdema berî dîrokê serdemeke jinê bû, lê sîstema desthiladiriya zilam a 5 hezar sal an, nirxê wekhevî û jiyana komunal ên jinê dorpêç kiriye.
Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em, weke jinên ku di bingehê serbixwe û azad de têkoşînê didin, di destpêkê de me dema dayikanî lêkolîn kir. Û me hewil dan nasnameya jiyana ku jinê avakiriye û pêşengî jêre kiriye derxînin holê. Şoreşa çandiyê û gund, jiyên xwedî ji civaka Kurd jinê rol leyîstî û avakirina jiyana wê di roja me de li Kurdistanê derket holê. Ji ber vê yekê li ser navê jinê partî , artêş û akademiyên siyasî hatin vekirin û di her qadê de reng girtin û bûn xwedî bi îrade û zanabûn. Bê hejmar kampanya dan destpêkirin, di nava girseya jinê û civakê de bi cudabûnekê têkoşîn berfiteh kirin.
Di nirxandinên ku jialiyê Rêberê Giştiyê KCK’ê Abdullah Ocalan yên di sala 1987’an de ve li ser avakirina neteweya demokaratîk û azadiya civakê hatin di gelek milan de hatiye dest girtin. Ji van a herî girîng; ‘Bi şer azad dibî, bi azadîbûnê xweşik dibî, bi xweşikbûnê tê heskirin.’ Di rastiya gotina Rêberiyê de tê xuyakirin ku divê mirov di destpêkê de li dijî hemû desthiladariyan têbikoşin, xwe paqij bike û xwe ji nû kesayetiya xwe biafirîne, di nava civakakî heskirî de yan jî bê rewşa cins de, hatiye diyar kirin. Dîsan di nirxandinên ‘Jina azad, civaka azad e, civaka azad, misogeriya jiyana azad e’ li ser desthiladarî-Zayendparêzî ya li dijî civakê tê meşandin, li ser navenda jinê hatiye kirin.”
Di daxuyaniya ku tê de tê destnîşan kirin ku li dijî zext, zordariyê, newekheviyê û hemû sistemên ku mêtingeriyê di afirînin, afirandina zanabûna civaka azad giringe û tê destnîşan kirin ku, pêngava ‘Rizgariya Demokrastîk û avakirina jiyana azad’ ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin divê her kes seferber bibe û bi bir xistin ku 8 xebatê cuda dane destpêkirin.
TJKE’ê anî ziman ku yek ji Komisyonên vê xebatê di bingehê xebatên azadiya jinê de kampanyaya ku di 20’ê Kanûnê de ji aliyê YJA’ê ve hati ye destpê kirine.
“Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) da xuyakirin ku kampanyaya ku di 20’ê Kanûnê de ji aliyê YJA’ê ve hatiye destpêkirin wê ji aliyê wan ve jî li Ewropayê bê destekkirin û wê ji destpêka sala 2014’an de bidin destpêkirn.
TJKE’Ê EV BANG LI JINÊN KURD YÊN LI EWROPAYÊ DIJÎN KIR
“Bi şîara ‘Bi jina azad, neteweya demokatîk’ kampanya ku hatî destpêkirin, di bingehê perspektifa jiyana azad û netewaya demokratîk de di nava civakê de bilind kirina têkoşîna jinê dike armanaca xwe. Li ser vî bingehî li dijî zihniyeta înkarkar, desthiladar, dewletperest û avakirinê bi xurtkirina têkoşînê û rêxistinkirina têkoşinê, li her qadê emê bingeh bigrîn. Bi hêza pêşketina azadiya jinê emê dîsan kom bibîn. Di pêngava çareseriya demokratîk de emê hêza xwe ya cewher û vîna xwe derbixînholê. Wê bibe qonaxekî têkoşînê. Jinê li ser bingehê vîna cewherî, azadiya cewherî û zanabûna cewherî di avakiran civaka demokratîk de pêş bikeve.
Em bang li hemû jinan dikin ku li ser bingeha komînan, kooperatîfên jinan û akademiyan xwe birêxistin bikin ku ji bo kampanyaya dema nû bi ser bikeve û berfireh bibe, jin bibin pêşengên xebatên demokrasîbûna civakê, bi hêzekî xurt xwedî lê derbikevin.”