TJKE banga tevlêbûna Festîvala Zîlan li jinan kir

TJKE banga tevlêbûna Festîvala Zîlan li jinan kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJKE) bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlêbûna 9. Festîvala Jinên Kurd a Zîlan kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku festîval yadî sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileyê li Parîsê hatin kuştin, hatiye kirin û hat gotin, "Zalimên ku ji bilî zext, zilm û zordariyê tu jiyanê nadin gelan û jinan, xwestin bi kuştina 3 rêhevalên me hêviya azadiya gelan bişkînin. Lê belê dîrokê bersiv daye vê xayintiyê. Rêber Apo bi projeya xweya avakirina rizgariya demokratîk û jiyana azad, bersiv daye."

TJKE da xuyakirin ku ev proje derfetan diafirîne ku bindestên Kurdistan û Tirkiyê pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo demokratîkbûyîna siyasetê bang li civakan kiriye ku xwedî li wezîfeyên xwe derkevin."

TJKE da xuyakirin ku bersiva destpêkê ya ji vê banga Ocalan re bi berxwedana Gezî ya li dijî rejîma zextdar hatiye dayîn û destnîşan kir ku ewê jî bi 9. Festîvala Jinan a Zîlan vê berxwedana gelan silav bikin. 

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan hat kirin ku bi awayekî girseyî beşdarî 9. Festîvala Jinan a Zîlan bibin.