TJK-F: Hêrsa me wekî 8 sal berê ye

TJK-F: Di çalakiyên 9’ê Çileyê de Parîs tê de li 5 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Em biryardariya li ser xeta Sara ya jinên Kurd silav dikin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) derbarê çalakiyên protestoyê yên salvegera qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Salvegera 8’emîn a qetlîama Parîsê bi dawî bû. Digel ku 8 sal derbas bûye jî ev qetlîam di bîra me jinên Kurd de hê jî zindî ye. Wijdan ji bo sê jinên şoreşger hê jî zindî ye. Hêrsa me wekî roja pêşîn zindî ye. Me soz dabû ku em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin û meşa xwe ya azadiyê bidomînin, em hê jî li ser sozên xwe ne.

Li gelek welatên cihê yên Ewropayê û li gelek erdnîgariyên cihê yên dinyayê em jinên dilê wan bi 3 şoreşgerên jin diavêjin daketin qadan. Em dizanin ku kujerên vê qetlîamê kî ne. Daxwaza me jî ev e ku berpirsên vê qetlîamê were darizandin. Em ê sê jinên şoreşger ên Kurd ne bi tenê rojekê bi bîr bînin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj geş bikin, pergala xweser a jinan bikin tarza jiyanê û têkoşîna xwe bidomînin.

Kî û çi me asteng bikin em ê bi hêrsa xwe ya li hemberî kujeran wan hilweşînin û wekî duh di her 9’ê Çileyê de dakevin qadan. Heta ku dîktator Erdogan ê ku fermana qetlîamê dabû were darizandin û êrîşên li ser jinan di çarçoveya ‘femînîcîd’ê de were nirxandin wê têkoşîna me bidome.

Di çalakiyên 9’ê Çileyê de Parîs tê de li 5 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Em biryardariya li ser xeta Sara ya jinên Kurd silav dikin. Heta ku ev biryardarî hebe wê li kolanên Parîsê alaya berxwedan û têkoşînê her dem geş bibe.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê li her qada ku têkoşîn hevgirtina jinan heye wê bijîn û ew ê Erdoganê dîktator ê ku fermana qetlîamê dabû were darizandin!”