TJK-E’yê bangî meşvanan kir

Tevgera Jinên Kurdistan-Ewrûpa (TJK-E) li hemberî tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya li ser Efrînê têkildarî meşa li Ewrûpayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Tevgera Jinên Kurdistan-Ewrûpa (TJK-E) wisa ye:

“Dewleta Tirk a faşîst ji 20’ê Çileyê û vir ve êrîşî Efrînê dike û li Efrînê berxwedana serdemê tê jiyîn.

Dewleta Tirk dixwaze îro li Efrînê qirkirinekê bike. Bêdengiya saziyên navneteweyî culhet dide dewleta Tirk a faşîst û ew jî dibin hevkarê vî sûcê mirovayetiyê. Divê li hemberî dewleta Tirk a faşîst hin gav werin avêtin. Divê li hemberî vê dagirkeriyê Neteweyên Yekbûyî bi lez bicive û biryarên girîng bide. Li ser vî esasî em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî dikin ku divê berpirsyar tevbigerin û peywira xwe ya rastîn bi cih bînin.

Îro roj li her çar parçeyên Kurdistanê dilê gelê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê lêdide. Hemû mirovên şoreşger, demokrat û enternasyonalîst xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin.

Li ser vê bingehê em meşa enternasyonal silav dikin a ku di 8’ê Sibatê de ji 37 welatên 200 enternasyonalîstan ji Luksembûrgê dest pê kirine û ew ê heta Cenevreyê bimeşin.

Em bang li jin, gel, femînîst û kesên şoreşger dikin ku bila tevlî meşa di 12’ê Sibatê de bibin a ku em ê ji Lozanê heta Cenevreyê 4 rojan bimeşin.”