TJK-E: Roj roja piştgiriyê ye

TJK-E bang li her kesî kir ku bi rengekî xurt û çalak tevlî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê bibe.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), der barê erdheja ku pêr li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji ber erdheja ku 12'ê Mijdarê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da, em jinên Kurd gelekî xemgîn û bi êş in. Rehma Xwedê li mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane be. Bila serê malbatan û gelê me sax be. Em şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku jinên Kurd, di vê roja dilşewat de mîna her carê bi gelê xwe re ne, çi alîkarî ji dest bê wê bi gelê xwe re parve bike û bêyî hêviyê ji hêzên derve bikin wê li ser piyan bisekine û birînên xwe bi xwe bipêçin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Divê em ji bîr nekin ku rêya herî xurt a sivikkirina êş û zehmetiyan, piştgiriya civakî ye. Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) em êşa gelê xwe yê felaketa erdhejê bi serê wan ve hat parve dikin û em ê bi xurtî piştgiriya gelê xwe bikin.

Ji ber xisara madî û manewî, em bang li tevahiya meclîsên xwe yên jinan ê li Ewropayê û hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê birînên gelê me yê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bipêçin, bi xurtî tevlî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê bibin û xwedî lê derkevin."