TJK-E: Roj roja geşkirina têkoşînê ye

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li Mexmûrê da û diyar kir, "Roj ew roj e ku li dijî faşîzmê bi gelê xwe re tevbigerin û têkoşînê mezin bikin."

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Mexmûrê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîşên dewleta Tirk ji bo tinekirina topyekûn a gelê Kurd e û hate gotin, ji ber ku êrîş li dijî devereke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê parastin pêk hat, gelek hêz di nava vê hovîtiyê de ne.

TJK-E'yê diyar kir ku haya Neteweyên Yekbûyî û PDK'ê ji vê êrîşê hebû û destnîşan kir, tesadûfî nîne ku êrîş di salvegera şoreşa Rojava de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîş planeke cuda ya konsepta tinekirina gelê Kurd e û hişyarî hate dayin ku îro li Mexmûrê sibe li Şengal û Rojava dibe ku êrîş bên kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dijminatiya li gelê Kurd li her qadê didomîne û hate diyarkirin, "Lewma divê gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemîne. Ji bo parastina hebûna xwe û mafê xwe yê jiyana azad divê li her deverê dengê xwe bilind bike û xwedî li gelê Mexmûrê derkeve."

Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê bi taybetî jinan hate kirin ku dakevin qadan û polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku li dijî faşîzmê bi gelê xwe re tevbigerin û têkoşînê mezin bikin."