TJK-E, têkîldarî binçavkirina Rojnamevana Kurd Aysel Avesta ya ji aliyê PDK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “Em di şexsê xebatkara dengê Kurdistanê Stêrk TV Aysel Avesta de li hember gelên ku li Şengal û Başûrê Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne wek hewldanek derbeyek bi mêtingeriya TC re hevbir e pênase dikin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand, binçavkirina xebatkara Stêrk TV û kedkara çapemeniya azad Aysel Avesta (Gazal Kizilboga) ya ji aliyê asayîşa PDK’ê 19’ê Gulanê li bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê pêk hat, şermezar kir. TJK-E, binçavkirina Avesta wek hewldana derbeyê ya li hember çapemeniya azad û li dijî keda jinê diyar kir.
TJK-E, di daxuyaniyê de ev gotin: “Bi taybet di pêvajoyek wisa de Aysel Avesta piştî li cem gelê Şengalê yê li Şengalê li dijî DAIŞ’ê têdikoşe û ji bo avakirina jiyanek azad li ber xwe dide bername çêkir hate binçavkirin. Ev ji bo gelekî bi mane ye. Bi taybet, di van rojên ku PDK’e krîzên siyasî û aborî dijî de em vê kiryarê di çarçoveya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de li gor vê polîtîkaya ku PDK’e hedef dike pêk bîne û dewam bike de wek pêkanînek Kurd bi Kurdan şkandinê digirin dest. Di 100. sala hevpeymana Sykes-Pîcotê ya Kurdistan kiriye çar parçe de PDK’e ya ku li hember yekîtiya neteweyî ya Kurd asteng e, vê helwesta xwe dîsa didomîne. Bi vê nêzîkatiya ku rizgarkirina Şengalê hezm nake ve, bi pêkanînên bi vî şêweyî ve dîsa li gor xwe hewl dide Şengalê bixe bin kontrola xwe ya dûvikên hêzên navneteweyî. Di merheleyek wisa de, ev sînorên ku PDK’e datîne, li Rojava girtine deriyê Sêmalka, dîsa zextên ku li Başûrê Kurdistanê li aktîvîst û siyasetmedaran dike, parçeyên vê plana nû ne.
Em bang li PDK’ê dikin ku demildest dest ji vê helwesta xwe berde. Di pêvajoyek wisa de û em vê di şexsê xebatkara dengê Kurdistanê Stêrk TV Aysel Avesta de li hember gelên ku li Şengal û Başûrê Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne wek hewldanek derbeyek bi mêtingeriya TC re hevbir e pênase dikin.
Ji ber vê jî divê Aysel Avesta demildest bê berdan.”