TJK-E: Li hemberî tecrîdê em her derê bikin qada çalakiyê

TJK-E’yê banga hevgirtina berxwedana Leyla Guven kir a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê daye destpêkirin.

TJK-E’yê îro derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser berxwedana Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de çalakiya Guven hate silavkirin û ev tişt hatin diyarkirin:

‘TECRÎD HATIYE GIRANKIRIN’

‘Ligel bang û çalakiyên jinên Kurd û gelê Kurd hikumeta AKP’ê ya faşîst û Erdogan tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir kiriye û pê re jî li hemberî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê daye destpêkirin. Erdogan ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe her tiştî dike. Lê li hemberî berxwedana gelê Kurd û jinên Kurd, Erdogan dest û piyên wî ketine nava hev. Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiyê jê re dike, zindan di serî de li Kurdistan û Ewrûpayê deng vedaye û Kurd û dostên wan li her derê grevên birçîbûnê dane destpêkirin.

Erdogan ê ku ji berxwedana jinan tirsiyaye, bi hezaran polîsan êrîşî çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Riha, Amed û Êlihê kiriye û dayîkên 70 salî destgîr kiriye. Jinên ku li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, em wan silav dikin.”

TJK-E’yê di dawiya daxuyaniyeke xwe de banga hevgirtina berxwedana grevên birçîbûnê kir ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û got ku, “Divê em her derê bikin qada çalakiyê.”