TJK-E: Em li her derê xeleka ji mirovan çêbikin

Ji ber ku Walîtiya Strasboûrgê destûr neda li bajêr çalakiya 'xeleka ji mirovan' pêk were, TJKE'yê bang kir ku çalakî li her derê bê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi dirûşma "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin" bi rengekî bêdawî-bêdorveger pêk tê, bi biryardariyeke mezin di roja 84'an de ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, çalakiya Nasir Yagiz di roja 71'ê, ya berxwedêrên li zindanan roja 46'an, ya berxwedêrên li Strasboûrgê di roja 45'an de ye û hate gotin, wê li her qada Ewropayê bibin dengê berxwedêrên bi rûmet.

TJK-E'yê ragihand, berxwedana li dijî zilma zaliman şertê serbilindî û rûmetiyê ye û diyar kir, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya wan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rêya çalakiya 'xeleka ji mirovan' a jinan, li dijî bêdengiya dinyayê em ê bibin deng û bi biryardarî daxwaza azadî û berxwedanê biqîrin. Li pêşberî çalakgerên me yên greva birçîbûnê û berxwedana gelê me wê faşîzma AKP-MHP, komploger û hêzên qirker têk biçin.

Me plan dikir ku 31'ê Çileyê li Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya 'xeleka ji mirovan' pêk bînin, lê belê Walîtiya Strasboûrgê destûr neda û di ser re gefa girtin û birîna cezayê pereyan li hevalên me xwar. Bi navê Tevgera Jinên kurd em van kiryarên kêfî û antî-demokratîk ên Walîtiya Strasboûrgê şermezar dikin. Ti hêz nikare me ji berxwedan û têkoşîna azadiyê vegire.

Çalakiya me ya 'xeleka ji mirovan' wê li her devera em lê ne bê kirin. Ji bo çalakiya 'xeleka ji mirovan' ku em ê li her devera Ewropayê pêk bînin, em bang li gelê xwe dikin bi taybetî jinan û dostên xwe, ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin."