TJK-E: Em ê bibin dengê jinên Efganî
TJK-E'yê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji jinên Efganî diyar kir û got ew ê bidin dengê jinên Efgan.
TJK-E'yê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji jinên Efganî diyar kir û got ew ê bidin dengê jinên Efgan.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) piştî ku Efganîstan radestî Talîban hate kirin bal kişande ser rewşa jinên Efgan a di bin desthilata Talîban de, gotina jinên Efgan ên dema ku bang li hêzên cîhanê yên hegemonîk kirin gotibûn, ''Hîletê me ji we xwedêgiravî rizgaran diçe. Jinên Efgan ev heq nedikirin'' bi bîr anî.
TJK-E'yê di peyama piştgiriyê de got, ''Jinên Efgan li dijî her cure paşverûtiyê, ji bo ku jiyanek wekhev-azad û demokratîk bijîn b salan têkoşiyan, çandeke berxwedanê danîn. Li dijî îdam, recm, tecawizê û gelek pêkirinên hovîtî û êrîşan têkoşiyan. Di vê rêyêde berdêl dan. Îro divê bi jinên Efgan re piştevanî û têkoşîn were geşkirin. Li ser vê bingehê em Tevgera Jinên Ewropayê di nav her şert û mercî de piştevanê xwîşkên xwe yên Efgan bin. Ti jin ne tenê ye. Û em ê bibin dengê her jinê.''