TJK-E: Di 9'ê Çileyê de em li pêşiya konsolosxaneyan e

TJK-E: Mîna her sal îsal jî di salvegera komkujiya 9'ê Çileyê de em ê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê daxwaza edaletê bikin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand, ku di salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de li her devera Ewropayê wê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê çalakî bên kirin û banga tevlîbûnê kir.

Daxuyaniya TJK-E'yê wiha ye: "Em di salvegera 7'an a komkujiya Parîsê de ne ku yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), kesayeteke pêşhatî ya dîplomasiya jinên Kurd Fîdan Dogan (Rojbîn) û hevrê Leyla Şaylemez (Ronahî) ku bi coşa germahiya ciwantiya Kurdistanê bû, li Parîsê hatin qetilkirin. Ji roja ku ev komkujiya namerdî hate kirin û heta roja îro jin û gelê Kurd daketin qadan, bal kişandin ser kiryaran û dest ji têkoşîna edaletê bernedan. Ji xwe bi saya vê têkoşînê bi belgeyan eşkere bû ku kiryarên vê komkujiyê dewleta Tirk-hikumeta AKP'ê-MÎT in. Lewma ji bo gelê Kurd eşkere ye ku ev komkujî ji ber çi, çawa û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

KIRYAR EŞKERE YE, DIVÊ FRANSA HELWESTA XWE EŞKERE BIKE

Dadgeriya Fransayê li pêşberî vê rewşa zelal û eşkere, helwesta xwe bi rengekî eşkere nekariye nîşan bide. Bi berpirsyariya xwe ranebûye. Mîna ku 7 sal in em li qadan diqîrin îro jî em dixwazin bang li dewleta Fransayê bikin: bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e.

DÎROK WÊ DUBARE NEBE

Em jinên Kurd; li hemberî qetilkirina 3 şitlan, qetilkirina 3 jin ên şoreşger ên Kurd em ê têkoşîna xwe ya edaletê bi heman biryardariyê heta dawiyê bimeşînin. Dewleta Fransayê bi dehan kuştinên siyasî yên di dîroka xwe de binixumîne jî wê têkoşîna gelê Kurd nehêle ku dîroka komkujiyan dubare bibe. Doza ku di Gulana 2019'an de ji nû ve hate vekirin ji bo dewleta Fransayê firsendeke ku xwe ji pozîsyona sûcdar derxîne. Di heman demê de derfeteke ku gotina 'edaletê' ya ku weke dirûşma xwe ya neteweyî diyar kiriye, bi wate bike.

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

Mîna her sal îsal jî di salvegera komkujiya 9'ê Çileyê de em ê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê daxwaza edaletê bikin. Bi gotina 'ji bêcezatiya 7 salan re êdî bes e' em ê bang li dewleta Fransayê bikin ku helwestê nîşan bide. Di serî de jinên Kurd em bang li alîgirên azadî û edaletê dikin ku ji bo şermezarkirina komkujiyê di 9'ê Çileyê roja Pêncşemê de li ber Konsolosxaneyên Fransayê tevlî çalakiyan bibin. Her wiha beşdarî çalakiya navendî ya 11'ê Çileyê ya li Parîsê bibin û hesab ji kujeran û hevparên kujeran bipirsin."