TJK-E: Dengê me wê dîktator hilweşîne, teqez em biçin ser sendoqê

TJK-E’yê bal kişande ser giringiya dengên li Ewropayê, bang li hilbijêran kir ku biçin ser sendoqê. TJK-E’yê got, ‘’Her dengekî me li dijî tifaqa komkuj a faşîst a AKP-MHP wê bibe derbeke giran û dîktator bîne xwarê.’’

TJK-E’yê  li giringiya dengên li Ewropayê daxuyaniyek da û bang kir ku hemû Kurdistanî, dostên wan û alîgirên demokrasiyê ji bo ku tifaqa faşîst a AKP-MHP were xwarê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş.

‘HER DENGEKÎ JI HDP, DEMÎRTAŞ RE DENGEKÎ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE’

TJK-E’yê bal kişande ser giringiya dengan û got, ‘’Her dengê ku em ê bidin, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bike, li dijî tifaqa faşîst û komkuj a AKP-MHP’ê bibe derbeke giran û dîktator bîne xwarê. Îro tekana alternatîfa li dijî vê tifaqa faşîst, nûnertiya hemû beşên civakê, dengê gel, dilê gel HDP ye. Ji bo vê jî rola HDP’ê kilîd e. Her dengê ku ji HDP’ê û namzetê serokkomariyê Rêzdar Selahattîn Demîrtaş re çûyî wê bibe dengekî li dijî faşîzmê.’’

‘TENÊ HDP DIKARI TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê BÎNE XWAR’

TJK-E’yê bang li gelê Kurd, jin û dostên Tirkiyeyî, alîgirê demokrasiyê kir, ji bo ku HDP bendê derbas bike biçin ser sendoqê û got ev peyiwerek e û domand, ‘’Ji bo Tirkiye bibe xwedî pergaleke azad, wekhev û demokratîk divê dengê xwe bidin HDP’ê. Tekane hêza ku wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bîne xwarê HDP ye.’’

‘HER DENGÊ KU NEYÊ BIKARANÎN DESTEKA LI REJÎMA ERDOGAN E’

TJK-E’yê herî dawî bi bîr xist ku heta 19’ê Hezîranê li Ewropayê deng dikarin werin bikaranîn û dengê ku neyê bikaranîn wê were maneya deseta li rejîma Erdogan, faşîzmê geş bike û li ser civakê bibe şer, mirin, zext û zordarî û got, ‘’Di serî de jin divê hemû gelê me bi rihekî seferber bûyî xwe bigihîni her kesî û em dibêjin, ‘’Dengek ji bo HDP dengek ji bo Demîrtaş.’’