TJK-E: Berxwedana me wê dagirkeriyê têk bibe, qesrê hilweşîne

TJK-E dest nîşan kir ku AKP wê li Efrînê têk biçe û got, "Em welê li ber xwe bidin ku bila qesra dîktator bi serê wî ve birûxe." TJK-E ji bo çalakiyên 27'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedana gelê Kurd a li dijî êrîşên dagirkeriyê roj bi roj mezin dibe û hat gotin, "Çawa ku Kobanê li çeteyên Erdogan bû goristan, li Efrînê jî wê heman aqûbet bê serAê Erdogan."

TJK-E diyar kir, vîna Efrînê nikare were şikandin û got, "Ne tenê şervanên li çeperên berxwedanê, ji heft heta heftê salî gelê dest bi xweparastinê kiriye Efrînê diparêze. Kurd û dostên wan ên ji Silêmanî heta Amedê, ji Duhokê heta Kobanê daketine kolanan, Efrînê diparêzin. Mirovên ji hemû welatên Ewropayê heta Japonyayê, ji Amerîkayê heta Kanadayê herikîne kolanan û dibêjin 'Efrîn ne bi tenê ye' Efrînê diparêzin."

TJK-E di daxuyaniya xwe de got, "Em biherkin qad û kolanan, bila dengê me welê gur be ku dirûşmên me dengê balafiran bibire. Em welê li ber xwe bidin ku qesra dîktator bi serê wî ve birûxe. Kurd û dostên wan welê piştgiriya hev bikin ku hemû tifaqên qirêj biderizin. Û em jin bi tilîlî û berxwedana xwe li refên herî pêş bin ku nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku tişta yekane ya herî bedew a vê serdemê şoreşa jinê ye."

TJK-E di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku 27'ê Çileyê li gelemperiya Elmanyayê tevlî çalakiyan bibin û li Belçîka, Hollanda, Swîsre, Fransa, Îngilîstan, Kadana, Awûstralya, Japonya, Qibris, Romanya û Yewnanîstanê di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.