TJK-E banga li pêşiya Sefaretxaneyên DYA’yê çalakiyan lidar bixin kir

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) li dijî biryara DAY ya ku rêveberên PKK’ê dikin hedef, banga 9’ê Mijdarê li pêşiya Sefaretxaneyên DYA’yê çalakiyan lidar bixin kir.

TJK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da, nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya xelatkirina li ser rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bi qedexekirin, astengkirin, bi biryargirtinên îtifaqên qirêj têkoşîna jina Kurd û azazadiya gelê Kurd nayê rawestandin. Em jinên Kurd û gelê Kurd di çarçoveya pêngava ‘Azadiya Rêber Apo’ bi biryar in sala pêşiya xwe bikin sala azadiyê. Li pêşberî vê biyardarî û îdîayê di sala 20’an a komploya navdewletî de hêzên komploger bi konsepteke nû ya qirkirinê re li ser kar e. Polîsên Fransayê 6’ê Mijarê êrîşî xwepêşandarên çalakiya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya li Strasboûrêg hate kirin, kirin û piştre jî bi biryareke siyasî ya ku parçeyek ji komployê ye çalakiya me qedexe kir. Her wiha biryara DYA ya xelatkirinê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan parçeyek ji dewam komploya li ser Rêber Apo ketiye meryetê. Ti aliyê vê yê siyasî, hiqûqî û exlaqî ya vê biryara li dijî gelê Kurd nîne.

Komploya navdewletî, di serî de bi berxwedana Rêber Apo, jinên Kurd û têkoşîna gelan vala hatiye derxistin, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiya ya gelên cîhanê deriyek nû vekiriye.

Bila baş bê zanîn ku bi qedexekirin, astengkirin, bi biryargirtinên îtifaqên qirêj têkoşîna jina Kurd û azazadiya gelê Kurd nayê rawestandin. Jinên Kurd azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin. Li dijî komployê bersiva jinên Kurd mezinkirina têkoşînê ye. Gelê Kurd û jinên Kurd li dijî vê êrîşa ku qirkirin gelê Kurd dike hedef û destek dikin, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bêdeng namînin. Yek ji taybetmendiyê herî bikêr ê gelê Kurd israra wê ya di azadî û girêdana wê ya bi nirxên wê ve ye.

Ji bo çalakiyên 9’ê Mijdarê yên li pêşiya Sefaretxaneyên DYA’yê bên kirin, di serî de bang li jinên Kurd, hemû ciwan û gelan dikin ku bi awayekî xurt tevlî bibin. Divê jin pêşengtiyê ji çalakiyên ku wê 10’ê Mijdarê li gelek navendên Ewropayê bên kirin re bike, her derê bike qada çalakiyan, bi awayekî bi hêz û xurt xwedî li Rêbertî û nirxên xwe derbikeve. Li dijî her êrîşeke qirker lidarxistina çalakiyê, bilindkirina her dengekî heq û rewa ye. Her jina ku baweriya wê bi azadiyê heye divê cih di vê têkoşîna rewa û bi maf de bigire, li her cihê lê vegerîna qada çalakiyê. Li her derê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ qîr bike.”