TJA’yê peyama hevgirtina bi gelê Filistînê re da

TJA’yê êrîşên leşkerên Îsraîlê yên li ser gelê Filîstînê şermezar kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser êrîşên leşkerên Îsraîlê yên li ser gelê Filîstînê peyama hevgirtinê ya bi gelê Filîstînê re da.

Di peyamê de êrîşa Israîlê hate şermezarkirin, ji gelê Filîstînê re sersaxî hate xwestin û ji bo birîndaran jî şîfa xêrê hate xestin.

‘AKP DIKE AMÛRA HILBIJARTINÊ’

TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AKP êrîşa li ser gelê Filîstînê ji bo hilbijartinê ji xwe re dike amûr û got: ‘’Hikûmeta Tirk li gel hemû bangên me û protestoyên me têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bi asta herî bilind didomîne. Em dîsa bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku peymanên bazirganî, siyasî û leşkerî yên bi Israîlê re bide rawestandin.’’

‘QUDSÊ NIKARIN JI GELÊ FILÎSTÎNÊ QUT BIKIN’

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin Quds ji gelê Filîstînê nikare were qutkirin û hate gotin: ‘’Em careke dî dubare dikin ku em li gel têkoşîna fedekar a gelê Filîstînê ne ku ji bo mafên xwe yên dîrokî didin. Di serî de yên li Rojhilata Navîn, em bang li hemû jinan û gelan ikin ku li dijî êrîşên Siyonîst li cem gelê Filîstînê têbikoşin.’’