TJA: Rêya Sarayan ronî dike

TJA'yê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, ''Jinên şoreşger di rêya wan de dimeşin û bi domdarî tarîtiyê ronî dikin.''

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî jinên pêşeng ku xeta berxwedaniya rêxistinî qeyîm dikin, jiyana azad û wekhev ava dikin ji dîrokê û vir ve bi helwesta hevpar a baviksalariyê bi sedan komkujî û suîkast hatine kirin, komkujiya 9'ê Çile ya 2013'an  a li Parîsê ya li ser sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi bîr xist û got, komkujî, 'mîna rojeke reş li rûpela dîroka Kurdan û dîroka jinan zêde bûye, her wiha têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya zilamê serwer û têkoşîna ji bo jiyana azad û wekhev geş kirine.''

SÊ JIN HATIN BIBÎRANÎN

Bi berdewamî di daxuyaniyê de derbarê yek ji qedroya pêşeng a PKK'ê Sakîne Cansiz hate gotin, ''Li dijî hişmendiya baviksalarî ya feodal ku dixwaze jinê bike kole, xwîna wê bimeje û tinehesibandinê nasnameya jina azad ava kiriye.''

Derbarê Fîdan Dogan, nûnera KNK'ê ya li Parîsê jî hate gotin,''Hewl daye ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan ji hemû cihanê re vebêje.''

Derbarê endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jî hate gotin, ''Li navenda kapîtalîzmê bûye giyanê ciwan ê jiyana demokratîk.''

Di daxuyaniyê de Sêvê Demîr, Pakîz Nayir û Fatma Uyar ku 4'ê Çile ya 2016'an ji hêla dewleta Tirk ve li Silopyayê hatibûne qetilkirin, hatin bibîranî û hate gotin,''Qetilkirina wan encama domdariya polîtîkayên bi dijminatî ya li dijî îdeolojiya azadî û wekheviyê ya jinê ye.''

'EM Ê LI SER RÊYA WAN BIMEŞIN'

TJA'yê herî dawî got, ''Hemû jinên şoreşger ku li Kurdistanê li ber xwe didin, li ser rêya hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî dimeşin û bi domdarî tarîtiyan ronî dikin. Em ê jî li ser rêya Sarayan bimeşin û 9'ê Çile ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.  Em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hezkirin, bîrîkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan û gelê Kurd dikin ku 9'ê Çile, Roja Çalakiya Hevpar Navnetewî ya li dijî Kuştinên Jinan ên Siyasî, di dozê de û di bernameyên bibîranînê de bi berpiryariya dîrokî rabin.''