TJA li dijî tecrîdê dest bi kampanyayê dike

TJA li dijî tecrîda li ser Ocalan bi dirûşma ‘Tecrîd wê bişike, Azadî wê bi ser bikeve’ dest bi kampanyayê dike. Bang hate kirin ku jin xwedî li kampanyayê derkevin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta kampanyaya ‘Tecrîd wê bişike, Azadî wê bi ser bikeve’ îro li avahiya Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê saet 14.00’an bi daxuyaniyekê wê deklere bike. Kampanya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Dinyayê wê bi dawî bibe.

Kampanya wê çar mehan bidome û jin wê civînên li malan, konferansan, panêlan, gotebêjiyan, şahiyan bikin û hem balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hem jî ji bo ku nîşan bidin ku li azadiyan xwedî derdikevin wê gelek xebatan bikin. Ji bo xebatên ku li sê herêmên bajêr wê bi koordînasyonê werin kirin Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê û gelek rêxistinên jinan û pêkhateyên siyasî jî destekê didin.

Gulsen Bîter ku di Komîsyona Koordînasyona Kampanyayê de ye derbarê xebatan agahî da.
Bîter got: ‘’Em li dijî van zextan ji bo  hevrêyên me yên girtî û di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan ku di bin tecrîdê de ye, em jin bi mebesta dengderxistina li dijî vê û bi mebesta ku em li dij vê rewşê rawestin me xebata kampanyayê daye destpêkirin.’’

 ‘EM Ê JI XWELIYÊN XWE VEJIN’

Bîter got lingekî kampanyayê azadiya jinê ye ku wê bi têkoşînê were û got lingekî dî jî rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîd li ser hatiye danîn.

Bîrtek wiha axivî: ‘’Em jin em ê tecrîdê rakin û azadiya xwe ava bikin. Em jin baş bi vê dizanin ê ku em anîne van rojan, kir ku em di nav vê têkoşînê de bin, kir ku em xwe bibîin rêberê civakekê Abdullah Ocalan e, bi giyan û hêza ku wî dayî me em ê ji xweliyên xwe vejin û heta dawiyê li têkoşînê xwedî derbikevin.’’

BANGA LI JINAN 

Bîter wiha bang li jinan kir: ‘’Nêz e ku em bigihijin azadiya xwe. Em çi qasî bixebitin ew qas nêzîktir dibe. Heta ku em bibin xwediyê wê divê em di nav têkoşînê de bin.’’